Mêrekî li Stenbolê jinek qetil kir 2017-11-01 09:56:31 STENBOL - Li Esenyurtê mêrê bi navê Îhsan Akdogan lêxist hevjîna xwe Şenay Akdogan qetil kir.  Li taxa Mehmet Akîf Ersoy a Esenyurta Stenbolê duh bişev mêrê bi navê Îhsan Akdogan hevjîna xwe Şenay Akdogan (35) qetil kir. Hat gotin ku jina ciwan dema ji marketê danûnstandin dikir û ji marketê derdiket, hevjînê wê Îhsan Akdogan ew şopandiye. Piştî demekê maşîneya wê rawestandiye û şibekeya maşînê şikandiye û bi çekê Şenay Akdogan qetil kiriye.   Mêrê kujer Îhsan Akdogan bi maşîneya xwe ji cihê bûyerê revî, Şenay Akdogan rakirin nexweşxaneyê û li wir jiyana xwe ji dest da.