Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin 2018-12-27 13:17:10 ÎZMÎR – Di serdegirtinên malan ên serê sibê de, gelek kes hatin binçavkirin.    Li navçeyên Bornova û Gazîemîr ên Îzmîrê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malên rêveber û xebatkarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê de girtin. Di serdegirtinan de 7 kes hatin binçavkirin. Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Faruk Demîr, Veysî Karakaş, Halîl Demîr, Zelîha Azîzoglu, Ahmet Ateş, Buse Ersoz û Zuhal Çelebî. Hat diyar kirin ku dibe hejmara binçavkirinan zêdetir bibin.    7 kesên hatin binçavkirin li Midûriyeta  Polîsan a Îzmîrê tên girtin.