Li 14 bajaran ji ber barîna berfê dibistan ketin betlanê 2018-12-27 08:20:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Li 14 bajaran ji ber barîna berfa zêde navber dan perwerdehiyê û dibistan ketin betlanê.    Barîna berfê li gelek bajaran jiyan tevizand. Ji ber barîna berfê ya zêde li 14 bajaran dibistan ketin betlanê. Li bajarên Çewlîk, Aksaray, Gumuşxane, Meletî, Sêwas, Dersîm, Tokat, Gîresûn, Çorum, Ordû, Bayburd, Nîgde, Nevşehîr û Semsûrê ji ber barîna berfê ya zêde navber dan perwerdehiyê û dibistan ketin betlanê.    ÇEWLÎK  Li Navçeya Kanîreşê ya Çewlikê zêdeyî 20 gundan rêyen wan hatin girtin, Ji bo 27'ê Kanûnê (îro) dibistanên seretayî û navîn ji bo rojekê ketin betlanê.    AKSARAY   Li Akasrayê jî ji ber qeşayê dibistan ji bo rojekê (îro) ketin betlanê.    Li Gunuşxaneyê jî walîtiyê diyar kir ku ji ber barîna berfa zêde li navend û navçeyên Gumuşxaneyê ji bo hemû dibistan û saziyên perwerdehiyê ji bo rojekê navber dane perwerdehiyê.    MELETΠ   Li navçeyên Hekimhan, Arapgir, Kuluncak û Puturge yên Meletiyê jî ji ber berfa zêde ji bo rojekê navber dan perwerdehiya dibistanan.    SÊWAS    Li Sêwasê jî ji ber barînaberfa zêde hemû dibistanên girêdayî Midûriyeta Perwerdehiyê ji bo rojekê ketin betlanê.    DERSÎM    Li navenda Dersimê û 5 navçeyên Dersimê jî ji ber berfa zêde dibistan ketin betlanê.    TOKAT    Li Tokatê jî li 2 navçeyan û bajarokekê dibistan ji bo rojekê ketin betlanê. Li bajar ji ber berfa zêde rêyên 420 gundan hatin girtin. Piştî xebatên vekirina rê, 200 gund rêyên wan hatin vekirin.    SAMSÛN ÇORÛM    Li Samsûn û Çorumê jî ij ber berfa zêde rojek navber dan perwerdehiya dibistanan.    Li Giresûn, Navçeyen Akkuş, Aybasti, Çamaş, Golkoy, Gürgentepe, Kabadüz, Kabataş, Korgan, Kumru, Mesudiye û Ulubey yên Ordu dibistan ketin betlanê.      Li Bayburt, Semsûr, Nevşehîrê jî dibistan ji bo rojekê ketin betlanê.