Bav û kurek li Sîlopî hatin girtin 2018-12-26 16:01:04   ŞIRNEX - Li Sîlopî, duh di serdegirtina malê de Necmettîn Ormanli û kurê wî Îzzettîn Ormanli yên hatin binçavkirin, hatin girtin.   Li Taxa Cûdî ya navçeya Sîlopî ya Şirnexê, Necmettîn Ormanli û kurê wî Îzzettîn Ormanli duh di serdegirtina malê de hatin binçavkirin. Necmettîn Ormanli û kurê wî Îzzettîn Ormanli yên li Midûriyeta Polîsan îfade dan, sewqî dozger hatin kirin. Dozger bi daxwaza girtinê bav û kurê wî sewqî dadgehê kirin û hatin girtin.    2 kesên şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, hinceta girtina wan nehat zanîn.