Li Wêranşarê jinek hat kuştin 2018-12-26 15:04:21   RIHA – Li Wêranşarê Mekiye Kaya ji aliyê hevjînê xwe Mesût Kaya ve hat kuştin.    Li Taxa Bahçelîevler a navçeya Wêranşara Rihayê Mesût Kaya (35) bi hevjîna xwe Mekiye Kaya (38) re nîqaş kir û pişt re wê bi kêrkirinê giran birîndar kir. Piştî bûyerê cîranan agahî da ekîbên tenduristiyê û hatin cihên bûyerê. Mekiye Kaya ya rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê tevî hemû mudaxeleya bijîşkan jî jiyana xwe ji dest da.    Mesût Kaya çû navenda polîsan û teslîm bû.