Li Sîncanê 3 jinan dest bi çalakiya greva bêdawî kir 2018-12-26 11:46:29   ENQERE – Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 3 jinan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.    Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 3 jinên girtî ragihandin ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdem kirin e. Ji girtiyên jin Suheyla Taş, Zelîha Ustabaş û Salîha Taşkesen gotin heta tecrîd rabe dê çalakiya xwe dewam bikin.