ROJEVA 01'Ê SERMAWEZ'A 2017'AN 2017-11-01 09:00:35 * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji sala 1999’an ve di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de ye, hemû mafên wî yên neteweyî û navnetewî tên binpêkirin. Ji sala 2011’an ve parêzer ji bo hevdîtinê serlêdanan pêk tînin, lê hemû serlêdanên wan tên redkirin. * Wekîlê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul got ku "900 DAIŞ'î derbasî Tirkiyeyê bûne" û der barê van îdiayan de hikumet hişyar kir. Tugrul aşkera kir ku dibe ku êrîşên cidî bikin û bang li hikumet kir ku tevdîrên cidî bigire. Turgurl da zanîn ku sed mixabin hikumet li dijî êrîşeke muhtemel tevdîr negirtine û divê têkoşîneke bi bandor bide meşandin.   * Her diçe mirina masiyên Çemê Dîcleyê zêde dibin. Parêzvana jiyanê Guner Yanliç, dest nîşan kir ku cureyên masiyên endemik ên di çem de bi tunebûnê re rû bir û ne û tiştên dibin sedema masiyan yeko yeko rêz kirin.    * Li Gerîşê, tevî “biryara rûxandinê” ya dadgeh û meclîsa şaredariyê jî dîsa RES ketin meriyetê. Li herêma Gokovayê, derket holê ku projeyeke RES’ê ku ji 750 trîbunan pêk tê heye. Parêzer Remzî Kazmaz, diyar kir ku dê bi vê projeye herêm veguhere çopgeha RES’ê.    * Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, îdiaya ku der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li ser medyaya civakî hat parvekirin û daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê nirxand û wiha got: “Êdî bawerî bi Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê nayê.”    * Biryara hikumetê ya “Goştê îthal” li bajarên kurdan sewalkariyê anî asta xelaskirinê. Ebexiyan destnîşan kir ku tekane debara wan li ser sewalkariyê ye û bi destê dewletê tê xelaskirin û xwestin firotina goştê îthal bê rawestandin.    * Berdevka Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê Hacer Elçî diyar kir ku Roja Kobanê ya Cîhanê ya 1'ê Mijdarê di dîroka mirovahiyê de remzek e û ev tişt got: "Em ê rojekê biçin wir û ji jiyana ku zarokên me xeyal dikirin re şahidiyê bikin."   * Karkerên ku li ber Fabrîkaya Kîmyewiyên Avaniyê yên Akkîmê 94 roj in li ber xwe didin wiha gotin: “Em ê bi ser kevin.”    * Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ku di dema berxwedana Kobaniyê de li ser sînorê Pirsûsê bû şahidê şer wiha got: “Hemû nirxên di parzûna mirovahiyê de derbas bûne di pêvajoya Kobaniyê de derketin holê.”    * Parêzera malbata Kemal Kurkut Prz. Reyhan Yalçindog, serî li dadgehê da û xwest polîsê ku muwekilê wê kuştiye bê girtin û girtî bê darizandin. Yalçindag, anî ziman ku pêwiste dadgeh tensipan bike û biryara kujer bide."    * Rûniştina doza Rojnameger Nedim Turfent ê 18 mehin girtî ye dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê bê dîtin. (09.45)   * Wekîlên HDP'ê dê li pêş Dadgeha Qanûna Bingehîn daxuyaniya çapemeniyê pêk bînin. (11.00)   * Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiya HDP'ê ya Îzmirê di roja 6’an de didome. (11.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Kocaelî ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê dê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.00)     * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dê rapora herêmê ya 9 mehan a Mafên Mirovan aşkere bike. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê têkildarî "Cilên Yek reng" ku li girtîgehan li girtiyan ferz dikin civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)    * Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê li gelek navçeyan ji Wezareta Dadê û CPT re faks û nameyan bişînin. (13.00)