Girtiyê nexweş rastî lêdana gardiyanan hat 2017-10-31 16:35:15   STENBOL - Li Girtîgeha tîpa L a Menemenê girtiyê nexweşê KOAH'ê Ozan Çira rastî lêdana gardiyana hat.    Li Girtîgeha Tîpa L a Menemenê girtiyê nexweşê KOAH'ê Ozan Çıra (35), rastî lêdana gardiyanan hat. Malatê der barê rewşa Çira de agahi da û diyar kirin ku girtiyê nexweşê giran Çira rastî lêdana gardiyanan hatiye. Malbatê anî ziman ku piştî Çira rastî lêdanê hat ew sewqî rewîrê kirine. Malbatê anî ziman ku piştî wan bi Çira re hevdîtin kir ji rewşê fêr bûn û wiha got. Piştî me serî li Serdozgeriya komarê ya Menemenê da Çira sewqî rewîrê kirin. Çira diyar kir ku heta meha Kanûnê nikare hevdîtinan bike. Malbatê anî ziman ku rewşa Çira xerab e û bi alîkariya hevalên xwe pêdiviyên xwe temîn dike.    Malbatê banga alîkariyê kir û xwest her kes hestiyar tev bigerin. Rayedarên girtîgehê jî têkildarî mijarê pirs bê bersîv hişt