Doza ‘Nelirêtiya qeyûm’ li Rojnameger Sûr hat vekirin 2017-10-31 16:27:38   NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameger Sedat Sûr ji ber ku der barê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de nûçeya “Nelirêtiya qeyûm” çêkiribû bi angaşta “Propagandaya rêxistinê kiriye” doz lê hatibû vekirin. Dê rûniştina dozê di 26’ê çile 2018’an de li Îzmîrê bê dîtin.    Rojnameger Sedat Sûr ji ber ku der barê xebatên qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de nûçe çêkiribû dê derkeve pêşberî dadgehê. Sûr di 14’ê çileya 2017’an de bi sernavê “Nelirêtiya qeyûm” çêkiribû. Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê der barê Sûr de lêpirsîn dabû destpêkirin û di meha tîrmehê de îfade dabû. Piştî lêpirsînê dozgeriyê der barê Sûr de bi angaşta “Propagandaya rêxistinê kiriye” angaştname amade kir.     Dadgehê angaştnameyê qebûl kir. Rojnameger Sûr dê di 26’ê çileya 2018’an de li Dadgeha Cezayê Asliyê ya 26’emîn a Îzmîrê derkeve pêşberî dadger.