Esnafê zarok îstîsmar kir hat berdan 2017-10-31 16:10:17 AMED - Li Amedê xwediyê marketê E.B. ku îstismarî zarok Ş.K. kir û hat binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.  Li Taxa Huzurevlerî ya Amedê xwediyê Marketa Yasîn E.B. yê 43 îstîsmarî zarokê-a 14 salî Ş.K. kir. Hefteyek şûnde piştî şahid û bavê zarok li Dosgeriya Komarê ya Amedê gilî kir xwediyê marketa Yazin E.B. (43) hat binçavkirin. E.B. ku li ser giliyê malbata Ş.K. hat binçavkirin  sewqî dadgehê hat kirin. Dozger, bi îdîaya "istîsmarazayendî kiriye" bi daxwaza girtinê E.B. sewqî Dadgeha Sulh Ceza kir. Heyeta dadgehê jî piştî îfadeya E.B. girt bi şertê kontrola edlî E.B. serbest berda.    Malbata Ş.K. bertek nîşanî berdana E.B. da û wiha got: "Ji bo tişta ku E.B. kiriye neyê bihîstin zarokê me bi kuştinê tehdit kirin. Ev kes bi riya telefonê û wekî din her dem zarokên me tehdit dikin. Malbatê anî ziman ku ewlehiya zarokên wan tune û her dem di bin gefan de dijîn.