Çalakiyên ji bo Ocalan zêde dibin 2017-10-31 15:59:34 ÎZMÎR / WAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Îzmîrê hatiye despêkirin, komeke nû dewr girt, gelek saziyên li Wanê jî ji CHP û Serdozgerê Komarê yê Bursayê û Wezareta Edaletê re name û faks şandin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser qedexeya hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tecrîdê şermezar bike, li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) çalakiya greva birçîbûnê dabû destpêkirin û çalakî dewam dike. HDP'a Bayrakli û Çîglî, hevserokên partiyê û rêveberên wê çalakiya greva birçîbûnê dewr girtin.   'DIVÊ BI OCALAN RE HEVDÎTIN BÊ KIRIN’   Hevserokê HDP'a Bayrakliyê Îsmet Akpolat da zanîn ku Ocalan ji bo gelê kurd gelekî girîng e, divê demek ji ya din zûtir hevdîtina bi Ocalan re pêk were. Akpolat piştrast kir ku gelê kurd jî tê tecrîdkirin û wiha got: "Em di rêya Ocalan de dimeşin. Jiyana wî jiyana me ye. Ji ber wê heta em agahiyekê ji Ocalan negirin, dê têkoşîna me dewam bike."    ‘GAVEKE JI BO AŞTIYÊ YE'   Hevserokê HDP'a Çîgliyê Huseyîn aktaş jî ev tişt anî ziman: "Bi tecrîdê pêşî li biratiya gelan tê girtin. Ji ber wê jî divê her kes li dijî vê bêhiqûqiyê derkeve û dengê xwe derxe."   JI WEZARETÊ RE FAKS ŞANDIN   Li Wanê di pêşengiya DBP, HDP, TJA û Dayikên Aştiyê de ji CPT, Serozgerê Komarê yê Bursayê û ji Wezareta Edaletê re faks û name hatin şandin. Çalakiya ku gelek kes beşdar bûn, li ser navê çalakvanan hevserokê HDP'a bajêr Umît Dede axivî û destnîşan kir ku 18 sal e tecrîdeke giran li ser Ocalan tê meşandin û ev di tu dera hiqûqê de cih nagire. Dede da zanîn ku 2 sal û nîv e tu agahiyan ji Ocalan nagirin û diyar kir ku agahiyên der barê Îmraliyê de tên belavirin jî gelekî xeter in.   Dede bi lêv kir ku divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û bi lez heyetek biçe Îmraliyê û ji CPT, Serdozgerê Komarê yê Bursayê û ji Wezareta Edaletê re faks û name şandin.   GIRTIYEK DI GREVÊ DE YE   Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtiyê bi navê Hakan Tunç berî 10 rojan ji bo tecrîd û şertên li girtîgehê şermezar bike, dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kiriye. Tunç ê 6 meh e bi tena serê xwe di hucreyeke yek kesî de girtî ye, kekê wî Mehmet Tunç da zanîn ku demek dirêj e li girtîgehê binpêkirinên mafan dewam dikin û wiha got: "Dema em çûn hevdîtinê, ne bi hev re yek bi yek em girtin hevdîtinê. Di dema hevdîtinê de gardiyan bi ser me re disekinîn."