Gardiyan gef li girtî xwar: Tu nikare ji vir derkeve 2017-10-31 15:29:07 STENBOL –  Li Girtîgeha Hêjmar 2 a Tekîrdagê Hidir Bakir diyar kir ku rastî lêdanê û gefa gardiyanan hatiye. Bakir, anî ziman ku gardiyanan gotiye "Te girtî sor kirine. Êdî tu nikare ji vir derkev" û gef li wî xwarine.  Li Girtîgeha Hêjmar 2 a Tekîrdagê girtî rastî gef û lêdanê hatin. Xwişka girtî Hidir Bakir Hurriyet Bal, diyar kir ku birayê wê li ber çavê midûrê girtîgehê û dozerê girtîgehê rastî îşkenceyê hat û avêtin odeya bi sînger. Bal, anî ziman ku birayê wê di sala 2012'an de li Dersimê hat girtin û wiha got: "Birayê min di 20'ê Cotmehê de li girtîgehê rastî lêdana gardiyanan hat. Birayê min li ber çavê midûrê girtîgehê û dozgerê girtîgehê rastî lêdanê hat. Birayê min û hevalên xwe ji bo pêkaninên li girtîgehê şermezar bikin li deriyan dan. Ji ber vê yekê li wî dan û ew avêtin odeya bi sînger û îşkence li wî kirin. Di 20'ê Cotmehê de jî li pêş çavê midûr û dozgerê girtîgehê rastî îşkenceya gardiyanan hat. Roja 23'ê Cotmehê min birayê xwe ziyaret kir. Şopa lêdanê li ser ruyê wî hebû. reş û şîn bûbû. Girteka der barê mijarê de kêm e. Têkildarî tundiya li dijî birayê xwe min hewl da xwe bigînim wekîlên HDP, CHP û AKP’ê. Lê tenê wekilên HDP û CHP'ê diyar kirin ku dê lêpirsînê bikin. Min xwe negihand AKP'ê.    Bal, anî ziman ku dê der barê mijarê de bi riya parêzerê xwe serlêdana sûc bike û wiha got: "Birayê min got di 27'ê Cotmehê de dîsa ji aliyê gardiyanan ve rastî lêdanê hatiye. Di 27'ê Cotmehê de gardiyan çûn hucreya birayê min û gotin 'Tişta em dibêjin tu dê pêk bîne. Tu girtiyan sor dike. Êdî tu nikare ji vir derkeve."    Rayedarên girtîgehê jî idîa red kirin.