Serlêdana hevdîtina 700’emîn jî hat redkirin 2017-10-31 15:22:18 STENBOL – Serlêdana hevdîtina parêzerên a bi Ocalan re cara 700’emîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve hat redkirin.  Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah  Ocalan Mazlum Dînç, Mehdî Oztuzun û Cengîz Yureklî bi boneya sibê bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serlêdana parêzaran ji aliyê dozgeriyê ve hat redkirin.    Serlêdana hevdîtina parêzeran a li gel Ocalan ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve ev bû cara 700’emîn e bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL” tê astengkirin.