Kuçeya Konurê hat girtin 2 kes binçav kirin 2017-10-31 14:36:48 ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" ya li Kolana Yukselê hat destpêkirin, di roja 357’an de ye, polîsan Kuçeya Konurê girt û 2 çalakvan binçav kirin. Hîndekar Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên bi KHK'ê hatin îxrackirin, ji bo vegerin karê xwe 237 roj in di greva birçîbûnê de ne, çalakiya "em karê xwe dixwazin" 357 roj in dewam dike. Çalakvanên xwestin li ber Birdariya Mafê Mirovan daxuyaniyê bidin, li Kuçeya Konurê li hev civiyan, lê polîsan bi mertalan pêşiya wan girt û 2 kes binçav kirin.