Ne ji ber hezanê, ji ber ‘PKK’ê hatin girtin 2017-10-31 14:11:44 ŞIRNEX – Li Şirnexê 6 kesên ji ber hezana kana komirê hatibûn binçavkirin ne ji berpirsyariya mirina karkeran hatin girtin bi îdîaya “Fînans ji PKK’ê re temîn kirine” hatin girtin.  Li Kana Komirê ya Hejmara 1’emîn a Şirnexê di 17’ê cotmehê de hezan pêk hatibû û 8 karkeran jiyana xwe ji dest dabû. Piştî hezanê li dijî berpirsên kana komirê û kesên din operasyon pêk hatibû. Di operasyonê de 20 kes hatibûn binçavkirin. Ji 20 kesên hatin binçavkirin 6 kes ne ji berpirsyariya mirina karkeran hatin girtin bi îdîaya “Fînans ji PKK’ê re temîn kirine” hatin girtin.    14 kesên din jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan.