Ber bi baregeha koalîsyonê ve meş tê lidardixstin 2018-12-20 12:59:10 KOBANÊ - Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî bêdengiya Hêzên Koalîsyonê ya Navnetewî ya gefên li ser herêmê li Kobanê bi ser baregehên koalîsyonê ve meş li dar dixin.    Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya şermezarkirina Hêzên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî gefên herêmê ber bi baregeha koalîsyonê ve meş li dar dixin. Ji bajarên Kobanê, Minbic, Reqa, Tebqa, Sirrîn, Girê Spî, Eyn Îsa û gundên wan, bi dehan hezar kes li ber baregeha herêma Çelebî ya li Kobanê kom bûn. Berê sibehê tevî şiliyê jî ji 7 salî bigire heta bi 70 salî bi deh hezaran welatî ber bi baregehê ve bi rê ketin. Piştî meşê dê li baregehê daxuyaniya çapemeniyê bê lidarxistin.