Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2018-12-20 12:34:12   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtin bikin cara 774’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Prz. Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Muhdî Oztuzun bi boneya bi muwekîlên xwe re li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê hevdîtinê bikin cara 774’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an û vir ve her tim bi îdîaya “muxalefeta hewayê heye" “koster xera be ye",  “koster di tamîrê deye" “OHAL”  û "Rastî cezayê dîsîplinê hatiye" rastî astengiyan tên û nikarin bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin bikin   SERLÊDANAN 773’YAN HAT REDKIRIN    Li aliyê din, serlêdana parêzerên Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Çîçek û Fûat Coşacak ên roja sêşemê ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin bikin jî, hat redkirin. Dozger bi vî awayê serlêdana parêzeran a 773’yemîn bi hinceta “Sînordar kirina mafê hikumxaran” red kir.