Li ser sînor çalakiya mertalên zindî: Em ê axa xwe biparêz in 2018-12-20 11:34:18   KOBANÊ – Şêniyên Kobanê li ser sînor li dijî operasyonek muhtemel a Tirkiyeyê dest bi çalakiya mertalên zindî kirin. Şêniyan diyar kirin ku ew ê xwe û bajarê xwe biparêz in û gotin: “Em ê bi berxwedanê bijîn.”    Daxuyaniya “operasyonê” ya Serokomarê AKP’yî Recep Tayyîp Erdogan a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelên herêmê seferber kir. Gelên li Qamişlo, Serêkaniyê û Kobanê dijîn li ser sînor dest bi çalakiyên greva birçîbûnêk irin. Şêniyên Kobanê yên li gundê Keremoxê li ser sînor konên çalakiyê vedan û diyar kirin ku ew ê bajarên xwe biparêzin.    ‘JIN DÊ LI DIJÎ ÊRÎŞAN BISEKININ’    Gulê Hesen a beşdarî çalakiyê bû diyar kir ku ew ê li dijî êrîşan bisekinin û got: “Tenê ne xelkê Kobanê tevahiya gelên herêmê li dijî êrîşan li ser piya ne. Erdogan gefa li me dixwe. Em bi vê çalakiyê bajarên xwe diparêzin. Heta êrîş rawestin em ê li ber xwe bidin. Gelê ereb jî li gel me cih digire û helwesta xwe datîne holê. Jin li dijî şer li vir bûne mertal û têdikoşin.”    ‘7 SAL E HERÊMA HERÎ BI ÎSTÎKRAR E’    Ayşe Nasir a beşdarî çalakiyê jî bû da zanîn ku ew ê li dijî êrîşan xaka xwe biparêzin û ew ê li dijî gefan serê xwe netewînin. Nasir bang li hêzên navnetewî kir û got: “Divê hûn li dijî gefên Erdogan bêdeng nemînin. Îro cihê ku Erdogan gefa lê dixwe cih ango herêma herî bi ewle ya Sûriyeyê ye.”    ‘BI BERXWEDANÊ EM Ê BIJÎN’    Salîh Dawid jî anî ziman ku ew li dijî tehdîtên Rojava rabûne ser piya û got: “Em li dijî êrîşan amade ne. Ew reysê terorîstan e. Tu demê me ji wan re serê xwe netewand. Ew bi tang û topan jî bi ser me ve werin nikarin me ji axa me derbixin. Em ne nû mirinê dibînin. Em ji wan jî natirsin. Mirin be jî bila mirina me li ser vê axê pêk were. Lê em ê axa xwe ji wan re bernedin. Em ê her tim li vir bin û û bi berxwedanê bijîn.”    ‘BILA HER KES ÇAVÊ XWE VEKE Û BIBÎNE’    Mehmud Elî jî destnîşan kir ku di şerê 7 salan ê Sûriyeyê de herêma herî bi îstîkrar Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û got: “Dema DAIŞ’ê êrîşî gelan kir wan qir kir. Lê em ê tu demê wan êrîşan ji bîr nekin. Kurdan li dijî çeteyan şer kir û wan têk bir. Terora herî mezin li vir rastî têkçûnê hat. Tirkiyeyê çav berdaye destkeftiyên kurdan û dixwaze ji wan bistîne. Lê bila viya baş dizanibin heta dawiyê wê kurd li ber xwe bidin. Hêzên navnetewî divê çavê xwe baş vekin û vir bibînin. Êrîşan bi ser gelên azadîxwaz û berxwedêr ve tînin. Divê îro ew li cem gelên wan ji terorê xelas kir cih bigirin. Lazim e ew di vê mijarê de helwesta xwe bi zelalî bînin ziman.”    MA / Nazim Daştan