Yigît: Gef û vekişîna leşkeran hevkariya stratejîk e 2018-12-20 10:45:16 ENQERE – Pispora Rojhilata Navîn nivîskar Hamîde Yigît diyar kir ku gefa operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û paş ve kişandina leşkerên Amerîka xwe dispêre stratejiyek hevpar.    Pispora Rojhilata Navîn nivîskar Hamîde Yigît gefên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û paş ve vekişandina leşkerên Amerîka nirxand. Yigît diyar kir ku şerê li Sûriyeyê ber bi dawî ve tê û got: “Dawî li şer tê lê belê hemû zirara di encama şerê Sûriyeyê de derkeve holê dê Tirkiye razîne. Hêj pêngav li ser pêngavê dike. Vana wê bobelatên pir mezin bînin serê welatê me.”    ‘DYA Û TIRKIYE LI HEV KIRIN E’    Yigît bal kişand ser gefên Serokomarê AKP’yî Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Dîsa li pêşiya me hilbijartinek heye. Lê ev pêngav heta hilbijartinê germ nayê girtin. Ev pêngavek ji bo hilbijartinê nîne. Lê beriya hilbijartinê dixwazin pêngavek wiha bidin destpêkirin. Her cara ku desthilatdarî dikeve tengasiyê ji bo dengên nijadperestan bigire pêngavên bi vî awayî pêk tîne. Lê dema em di her warî de binirxînin, ev gava dixwazin biavêjin bi DYA’yê re li gorî stratejiyek hevpar e. Ji bo DYA’yê bikişine nokteyek zor. Ya jî bi DYA’yê re li hev kirin e û di çarçoveya bernameyek hevpar de vê yekê pêk anîne.”     ‘DYA MUFETÎKÊ XWE YÊ NATO’YÊ TERCÎH KIR’    Yigît bal kişand ser biryara DYA’yê ya ku dê leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne û wiha pêde çû: “Ev pêngav wê hemû hevsengiyan biguherîne. DYA hevkarê xwe yê NATOyê tercîh ıkiriye. Amerîka tu demê bi awayek neyînî li hevkarê xwe Tirkiyeyê ne nêriye. Lê heta niha ji bo berjwendiyên xwe heta pozîsyonek bi dest bixe destkeftiyên kurdan bikar anîn.”