Ji 300 rojnamevanî tenê 15 jê serî li DMME'yê dane 2018-12-20 09:22:01 AMED – Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) Bariş Altintaş, destnîşan kir ku bi destê darazê bi lez û bez di asta herî jor de ceza li rojnamevanan tê birîn. Altintaş, diyar kir ku piştî hewldana darbeyê nêzî 300 rojnamevan hatine girtin, lê belê ji vana tenê 15 jê serî li DMME'yê dane.  Komeleya Xebatên Çapemenî û Hiqûqê (Media and Lawa Stûdîes Assocîatîon-MLSA), ji bo piştevaniya rojnamevanên tên binçavkirin û girtin û ji bo dozên rojnamevanan bişopîne di 2017'an de hat avakirin. Hevdîrektorê komeleyê Bariş Altintaş, der barê xebatên komeleyê de agahî dan. Altintaş, diyar kir ku di warê hiqûqî de 7 jê girtî ew piştevaniya bi dehan rojnamevanan dikin.    Altintaş, bilêv kir ku ew hem li welat hem jî li derveyî welat dozên rojnamevanan dixin rojeva raya giştî û got: "Ji bo em navê wan belav bikin em dixebitin. Her wiha em hem ji bo rojnamevanan hem jî ji bo parêzerên wan diparêzin perwerdehiyê didin." Altintaş, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi taybetî rojnamevanên kurd zêde bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin û ev jî bi destê darazê tê kirin.    'CEZAYEKÎ GIRAN LI TURFENT HAT BIRÎN'    Altintaş, bal kişand ser cezayên bi destê darazê bi lez û bez di asta herî jor de li rojnamevanan tên birîn. Altintaş, 9 sal cezayê li rojnamevan Nedîm Turfent hat birîn jî bi bîr xist û got: "Di asta jor de 9 sal ceza li Nedîm Turfent hat birîn. Lê belê di dosyeya wî de tu delîl tune bûn. 20 şahid hebûn. 19 jê diyar kirin îşkence li wan hatiye kirin û îfadeya xwe bi paş ve kişandin, lê dîsa jî nehat berdan û bi serde cezayekî giran lê hat birîn. Di rewşên wisa de tenê tişta em bikin ew e em berê xwe didin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Em bawer dikin wê li DMME'yê encam bê girtin û wê Tirkiye jî li gor wê tev bigere."    Altintaş, destnîşan kir ku hevdîrektorê wan parêzer Veysel Ok, doza rojnamevan Mehmet Altan û Şahîn Alpay biriye DMME'yê û piştî vê herdu hatine berdan.   Altintaş, anî ziman ku li Tirkiyeyê rewşa rojnamevanan "pir xirab" e û got: "Li gorî daneyên me 154 rojnamevan girtî ne. Di dema hewldana darbeyê de ev hejmar nêzî 300'î bû. Kesên hatin girtin û berdan daxilî vê hejmarê ne. Sedema ku rewşa çapemeniyê pir xirab e; li hemberî çapemeniyê êrîşeke topyekûn heye. her wiha cezakirina rojnamevanan, kêmbûna piştevaniyê, kêmasiya di warê hiqûqê de vê rewşê xirabtir dike."    Her wiha Altintaş bal kişand ser serlêdanên ji bo DMME'yê jî. Altintaş diyar kir ku di pêvajoya Rewşa Awarte de 300 rojnamevan ketin girtîgehê û her çend hin jê hatibin berdan jî, ji evana tenê 15 jê serî li DMME'yê dane. Altintaş got: "Parêzerên hevaln tune ne an jî erka wan a xwe bigihînin DMME'yê tune ye. Bêedaletiyeke mezin heye. Mixabin di bûyerên girîng de tenê li ser rojnamevanên hem di çapemeniya netewî hem jî di ya muxalif de navdar in tê sekinandin. Ev hemû dozên polîtîk in."    'HER TIŞTÎ BI DESTÊ DARAZÊ DIKIN'   Altintaş, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hikûmet dixwaze çapemeniyê bêdeng bike û got: "AKP hem beriya darbeyê hem jî piştî darbeyê çapemeniya berbelav bi dest xist. Di vê de bi serket. Bidestxistina çapemeniyê dît ku di warê proppagandayê ya wekî dema Sovyetê bi kêr tê. Loma tehamulî dengekî biçûçik jî nake. Ji ber vê zext û zoriyên xwe didomînin. Li holê feraseteke 'Bila kes cuda nefikire, eger bifikire jî divê bilêv neke, veşêre.' Hevkarê herî mezin ê vê ferasetê jî daraza li Tirkiyeyê ye. Daraz hemû ketiye destê kesekî. Daraz ji bo rojnamevaniyê, azadiya ramanê, nêrînên muxalif, pirdengiyê wekî amûrekê tê bikaranîn."