Qalpaxa Bendava Dîcleyê hat montekirin 2018-12-19 18:16:24   AMED – Li navçeya Gêlê qalpaxa Bendava Dîcleyê qut bibû û ji ber vê asta ava çem bilind bibû. Piştî 6 rojan şûnde qalpaxeke nû hat montekirin.    Li navçeya Gêlê ya AMedê di 13'ê Kanûnê de qalpaxeke Bendava Dîcleyê qut bibû û ji ber vê asta avê gelekî bilind bibû. Ji ber vê li Gêl, Yenîşehîr, Sûr, Çinar, Bismil û Heskîfê gelek kargeh û erdên çandiniyê zirar dîtibûn. Piştî ava bendavê hat tehliyekirin, qalpaxeke nû hat montekirin.    Hat diyarkirin ku piştî tehliyekirina ava bendavê ku 8 metroyan bilind bibû, bilindahiya avê daketiye binî metroyekê.