2 sal û 6 meh ceza li Prof. Fîncanci birîn 2018-12-19 16:48:59   STENBOL - Danişina doza Seroka Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, ku bi sedema Danezana Aştiyê îmze kiribû û bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye" dihat darizandin hat ditin. Heyeta dadgehê 2 sal û 6 meh ceza li Fîncanci birî. Fincanci, bi helbesta Bertolt Brecht a "Nanê Gel" bersîv da dadgehê û parastin kir.    Seroka Giştî ya Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Kokur Fincancî ku bi sedema danezana aştiyê îmze kiriye, bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye' doz lê hatibû vekirin. Danişîna doza Fincanci, li 37'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Beriya danişina doza Fincanci, parazvanên mafên mirovan li ber Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum, Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu, Seroka EMEP'ê Selma Gurkan  û gelek akademisyen amade bûn. Pişti daxuyaniyê derbasî salonê bûn. Li gel parlamenterên HDP'ê, gelek parêzer û nûnerên TÎHV'ê yên bajarên cuda jî tev li danişîna Fîncanci bûn. Dozger Can Tumer Keriş  mutalaaya amade kiriye pêşkêşî dadger kir. Dozger mutalaya berê dubare kir û xwest Fincanci bê cezakirin. Heyetê ji bo gotina dawî mafê axaftinê da Fincanci, xwest  Meriç Eyüboglu, bi pergala SEGBİS'ê tev li qeydan bibe. Lê heyetê daxwaz red kir.    Fincanci parastin kir û wiha got:    "Ez pir fikîrîm ku îro ez li vir çi bêjim. Ji ber ku hêj 3 hefte berê, Enstîtuya Çareseriyên Pevçûn û Aştiyê ya Zanîngeha Leipzigê, li ser pêşniyara mirovên zanyar, ji ber ked û hewldana min a têkoşîna min a ji bo parastina mafên mirovan û îşkenceyê, Xelata Aştiyê ya Vakfa Albert Osswald ya Eyaleta Hessenê dan min. Dema min ev xelat girt ez mahcup bûm. Rapora min a der barê serlêdana sûc de ji bo we dosya suç tê dîtin. Ji ber ku min hem karê xwe kir û em jî wekî parazvana mafên mirovan û pispora  saziya edlî dema ez li pey heqiqetê geriyam, ez hatim xelatkirin. Vê yekê ez mahcup kirim."    Fîncanci, helbesta Bertolt Brecht jî bibîr heyetê xist û diyar kir ku ew dikare bi gotinên helbesta Brecht bersîv bide û wiha got: "Carek din dubare dikim, daxwaza aştiyê ne suc e. Ez sûcdariya der barê xwe de qebûl nakim."      Parêzer Meriç Eyuboglu jî xwest heyet heyeta bi alî bê guherin û heyeta dadgehê red kir. Lê dadgerê ku der barê wî de daxwaza reddê hebû biryar da. Heyeta dadgehê ku ji aliyê parêzer ve hat redkirin biryar da û der barê Fincanci de 2 sal û 6 meh cezayê girtigehê birî.