Platforma Saziyan: Tecrîd şer kûr dike bêjin ‘raweste' 2017-10-31 12:44:26 STENBOL – Endamên Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê diyar kirin ku tecrîd rê li ber şer vekiriye û şer kûr dike û bang li herkesî kirin ku ji tecrîdê re bêjin “raweste” û beşdarî çalakiyên wan bibe.  Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê ji bo balê bikişînin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan plansaziya çalakiyan aşkere kiribû. Dê sibê çalakiyên Platformê dest pê bikin. Endamên Platformê banga çalakiyê li herkesî kirin û xwestin herkes ji tecrîdê re bêje “rawest e.”    Ji pêkhateyên Platformê Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Stenbolê Alî Riza Bîlgîlî diyar kir ku tecrîda ser Ocalan gihiştiye astek nayê tehamulkirin û ew ketine pêvajoyek zextên li dijî gelê kurd xwe dide nîşandan.    'ÇALAKIYÊN ME DAXWAZA GEL E’    Bîlgîlî destnîşan kir ku li welêt şertên meşandina siyasetê hatine rakirin û got: “Welêt ber bi tarîtiyê ve diçe. Ji ber vê yekê me li ser daxwaza gel em dest bi çalakiyan dikin. Divê demil dest raya giştî ya demokratîk ji vê pêvajoyê re bêje rawest e. Tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd tecrîda li ser demokrasî û siyaseta Tirkiyê ye. Divê hemû derdorên demokratîk û azadîxwaz ji vê yekê re bêjin ‘rawest e.’ Pêwîste gelê me di vê çarçoveyê de mafên xwe yên demokratîk bikar bîne.”    Bîlgîlî da zanîn ku hevdîtinên li gel Ocalan dê hem welat û hem jî Rojhilata Navîn rehet bike û dê ev hevdîtin ji çareseriyê bibe zemînek xurt.    'TECRÎD ŞER KÛR DIKE’    Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Bedîa Gokyuz jî ew wek dayikan ji rewşa Ocalan gelek bi guman in û wiha got: “Tecrîda li ser Serokatiya me didin meşandin li ser hemû gelan tê meşandin. Ev tecrîd rê li ber şer vedike û şer kûrtir dike. Em daxwazin dikin ku demek beriya demekê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Heke ku tiştek ji Serokatiya me bibe dê tiştên ne baş biqewim in.”