Dayika Taybet li cihê lê hat kuştin bibîr anîn: 300 sal derbas be jî em ji bîr nakin 2018-12-19 16:00:56   ŞIRNEX -  Malbata Înan û nûnerên partiyên siyasî yên Sîlopiyê Dayika 57 salî Taybet Înan a 3 sal berê li Navçeya Sîlopî di qedexeya kolanan de hat kuştin û cenazeyê wê hefteyekî li erdê ma, li cihê lê hat kuştin bibîr anîn. Parlamentera HDP'ê Nuran Îmîr, axivî û wiha got: "Ne 3 sal, 300 sal derbas bibin jî em ji bîr nakin."    Di 14'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Sîlopiyê qedexeya derketina kolanan hat ilan kirin û heta 18'ê Çile berdewam kiribû. 36 rojan berdewam kiribû. Di qedexeyan de gelek welatî di êrîşên esker û polîsan de jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji kesên ji yana xwe ji dest dan Dayika Taybet a 57 salî ku cenazeyê wê 7 rojan li Erdê mabû ye. Malbata Înan û nûnerên rêxistinên demokratîk Dayika Taybet Înan a 57 salî ku di qedexeya Kolanan de li navçeya Sîlopiyê hat kuştin û 7 rojan cenazeyê wê li erdê ma, li cihê lê jiyana xwe ji dest da bibîr  anîn.  Di roja qedexeyan a 5’emîn de Polis û eskeran dema Taybet Înan derket kolanê gule berdanê û li kolanê kuştibûn. Di ser kuştina Taybet Înan re 3 sal borîn. Bi pêşengiya Rêveberên HDP, DBP'ê yên Sîlopiyê li cihê bûyerê Dayika Taybet Înan hat bibîr anîn. Gelek endam û rêveberên HDP û DBP'ê û welatiyên ku ji Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Şirnex û navçeyên Şirnexê jî hatin tev li bernameya bibîranînê bûn. Parlamenterên HDP'ê Nuran Îmir, Tulay Hatîmogullarî û Dersîm Dag jî tev li bernameya bîranînê bûn. Girsê ewil malbata Înan ziyaret kirin. Piştre li ber mala Înan ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz girtin.      300  DERBAS BIBIN JÎ EM JI BÎR NAKIN   Li vir parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, bal kişand ser pêvajoyê û qedexeya Silopiyê ku dema Înan hat qetilkirin û wiha got: "Li ser gelê Kurd polîtîkaya komkujiyê tê meşandin. Di şexsê Înan de vîna jina kurd tê çeribandin. Em hêj li vir in. Em hêj li vir li ber xwe didin. Duh me li ber xwe da Îro jî em li vir li ber xwe didin. Li Kurdistanê 3 sal berê berxwedanek dîrokî hat nîşandan. Em hevrêyên xwe yên berxwedana dîrokî nîşan dan bi hurmetî bibîr tînin. Em tu carî Înan ji bîr nakin. Midûriyeta Polisan a Sîlopiyê gotin 'Me 6 roj şûnde bihîst' Milyonan kesan bihîst, lê wekî ku wan nebihîstibe xwe dan xuyakirin. Em ji bîr nakin. Ne 3 sal 300 sal derbas bibe jî em ji Bîr nakin. Em yek kes jî bibînin em dê hesabê tişta bi serê kurdan de hatiye bipirsin."     HATÎMOGULLARİ: DAWÎ LI TECRÎDKIRINA BRÊZ OCALAN BÎNIN   Parlamentera HDP’Hatimogullari jî wiha got: "Êşa Taybet Înan hêj di dilê me de ye. Dixwazin hemû gelan têxin bin zextan û kontrol bikin." Hamîtogullari bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha bi dawî kir: "Birêz Leyla Guven ji bo dawî li tecrîdkirina Birêz Ocalan bê 42 rojin di greva birçîbûnê deye. Îro li gel gelê kurd gelên din ên Tirkiye jî di bin tecrîdê de ne. Ez iro li ber mala Dayika Taybet  bang li berpirsiyaran dikim. Dawî li tecrîdkirina gelê Kurd bînin. Dawî li tecrîdkirina Birêz Ocalan binin."    Girsê piştî daxuyaniyê meşiyan cihê ku Dayika Taybet Înan lê hat kuştin û li wir Înan bibîr anîn. Girse dema meşiya bê navber dirûşmeyên "Şehit namirin" berz kirin. Girsê qurnefil danîn cihê ku Înan lê hatiye qetilkirin û ew bibîr anîn. Girsê piştre çûn mala Mele Hasan Sanir û Siyasetmedara kurd Pakize Nayir ziyaret kirin. Wekîla HDP'ê Dersîm Dag li mala Nayîr axivî û diyar kir ku ew dê van bûyeran tu car ji bîr nekin.