Koma Banga Demokrasiyê li Dîlokê hat avakirin 2018-12-19 15:26:09 DÎLOK - Li Dîlokê, Koma Banga Demokrasiyê ya 18 partiyên siyasî yên dinav de HDP, CHP STK û STO jî heyîn hat avkirin û yekemîn karê wan hilbijartina herêmiye.   Li Dîlokê, HDP, DBP, CHP, EMEP, ODP, KKP, SYKP, ESP, Partiya YEŞÎLSOL, Dîsk, KESK, Komeleya Karkerên Şoreşger, ÎHD, OHD, Komeleya Cizîriyan, Komeleya Çewlikiyan, Komeleya Derdora Gola Wanê û Nûnertiya Bajêr a Odeya Muhendisên Xwurekê dibin siwana Koma Banga Demokratiyê de li hev kom bûn. Komê li Komeleya Ramanên Azad di civîna çapemeniyê ya li dar xist de xwe eşkere kir.   Rêveberê Komeleya Ramamên Azad Mehmet Îletmîş di civînê de li ser navê komê axivî û wiha got: “Kes nikare vîna gel binpê bike û tenê gel dikare hilbijêrên xwe ji peywirê bigirin. Yekemîn karê me yê sereke hilbijartina herêmiye. Lê piştî hilbijartina herêmî jî, dê koma m berdewam bike û emê piştgiriyên xwe bidomînin.”