Rojnameger Kizilkaya û Sancili hatin berdan 2017-10-31 12:43:46   STENBOL - Rojnameger û Midûrê Karê Nîvisan ê Rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya û Xwediyê Îmtiyazê Kemal Sancili hatin berdan. Kizilkaya di parastina xwe de got ku "Tişta herî xirab a hatiye serê min ne 441 rojên ku ez girtî me, girtina rojnameya min e."   Rûniştina doza Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hatibû girtin li 23'yemîn Dadgeha Cezayê Giran hat ditin. Rojnameger û Midurê Karê Nîvisan ê Rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya û Xwediyê Îmtiyazê Kemal Sancili ên ji doza rojnameya Ozgur Gundemê dihatin darizandin hatin berdan. Kizilkaya piştî 441 rojan di girtîgehê de ma, diyar kir ku ew li ber raketina xwe nakeve, lê rojnameya wî hatiye girtin û ew li ber vê dikeve.   Kizilkaya destnîşan kir ku ew 441 rojî ji azadiya xwe bê par maye û di binê tecrîdê de hatiye girtin û wiha got: "Di 16'ê Tebaxê de bi sedan polîsan bi ser rojnameya Ozgur Gundemê de giritin û wekî ku keleha dijmin dirûxînin her der belawela kirin. Dikaribûn em bi rihetî binçav bikirana. Ji me re gotin ku 'Em hêza dewletê nîşanê we didin'. Di destê me de çek jî tune bû, tenê pênûsa me hebû. Em hêza dewletê baş nas dikin. Li welatên demokratîk welatî ne hêza dewletê, demokrasiyê nas dikin. Heke pênûsa rojnamegerekî li hemberî otorîteyê serî bitewîne û wijdana wî di nava cizdan/cizdanê de be, wê demê şikestiye. Ez rojnamegerim welatiyekî sivîl im, ez li pey hemû nûçeyên xwe me."   Kizilkaya di dewama parastina xwe de ji ber ku rojnameya wî hatiye giritin xemgîniya xwe jî anî ziman û wiha pê de çû: "Tişta min herî xirab a hat serê min ne 441 roj e ez girtî me, girtina rojnameya min e. Rojnamegerî ne sûc e. Divê hemû rojnamegerên girtî serbest bên berdan. Ew rojname tev li tu îhale û pereyan nabe, ji tu hêzê re serî natewîne."   Piştî îfadeya Kizilkaya heyeta dadgehê biryarên Sancili û Kizilkaya yên berê hincet da nîşan xwest girtina wan dewam bike.   Heyeta dadgehê piştî navber da dozê, Kizilkaya û Sancili serbest berda û biryara qedexeya derketina derve da wan.