Cezayê girtîgehê yê Fîgen Yuksekdag hat erêkirin 2018-12-19 14:36:45   .  ENQERE - Daîreya Cezayê 20’emîn a Dadgeha Edliya Herêmê ya Enqerê, salek û 6 meh cezayê girtîgehê yê Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a ji aliyê 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Anqerê ve hatibû dayîn, erê kir.    Daîreya Cezayê 20’emîn a Dadgeha Edliya Herêmê ya Enqerê, salek û 6 meh cezayê girtîgehê yê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya berê Fîgen Yuksekdag a ji aliyê 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Anqerê ve hatibû dayîn, erê kir.   Ji ber ku Yuksekdag di sala 2015’an de roportaj da rojnameya Deutsche Welle, bi hinceta “Propagandeya rêxistina terorê kirin” di 6’ê Hezîrana 2017’an de doz derbarê wê de hatibû vekirin.    Yuksekdag di roportaja xwe ya dabû de ev tişt gotibû: “Em HDP, têkiliyeke me bi PKK’ê re tune. Divê belge hebin. Yan na îddîayên gelekî beredayî ye, ev tişt. Me di hilbijartina parlementoyê de 13 ji sedî deng stend. Di kampanyaya hilbijartinê ya du mehan de 7 endamên HDP’ê hatin qetilkirin. Kujer heta niha jî nehatine darizandin. Yên ku hatin qetilkirin, ranehiştine çekê û tevî PKK’ê şer nekirine. PKK tevgereke azadiyê ya gelan e. Di heman demê de ji bo demokrasî û wekheviyê jî têdikoşe. Em bernameya PKK’ê ya ji bo bidestxistina hedefên wê pesend nakin. Lê divê em vî tiştî qebûl bikin ku bernameya wê ne teror e.”