Rizgar Denîz li Mexmûrê hat bi bîranîn 2018-12-19 14:19:33 MEXMÛR – Yek ji xebatkarên çapemeniya azad Rizgar Adanmiş ê di rizgarkirina Dêra Zorê de jiyana xwe ji dest dabû, li Kampa Mexmûrê hat bibîranîn.    Yek ji xebatkarên çapemeniya azad nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Rizgar Adanmiş (Rizgar Denîz) ê di dema hemleya rizgarkirina Dêra Zorê de, gava nûçe dişopand di êrîşek bombeyî ya DAÎŞ’ê ya 18’ê Kanûna 2017’an de jiyana xwe ji dest da, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) li  Saziya Malbatên Şehîdan hat bîranîn. Adanmiş di yekemîn salvegera şahadeta xwe de merasîmekê girseyî hat bibîranîn. Li gel malbata Adanmiş şêniyên wargehê tevlî merasîmê bûn.Di bîranînê de sînevîzyona derbarê rojnameger Rizgar Adanmiş hat pêşandan. Berî merasîmê jî malbat, heval û hempîşeyên wî çûn ser gora wî.     Dayika Adanmiş Meryem Adanmiş di merasîmê de axivî û got: "Îro salvegera şehadeta Rizgar Denîz e. Em Rizgar Denîz, Mehemed û Dilîşan Îbîş bi bîr tînin. Em bi rojan ser wan bipeyîvin dê têrê nake. Ew felsefeya jiyanê me ne. Tişta ez ji bo xwe bingeh bigirim gotina Rizgar a digot 'Dema mirov ji dinyayê diçe wê demê tê zanîn mirov kî ye.'"   Rojnamevan Welat Kilîm jî, destnîşan kir ku ew ê her tim li ser şopa Rizgar bin û wiha axivî: "Em di kesayeta Rizgar de hemû şehîdan bi bîr tînin. Rizgar bê du dilî li ser kêşana wêneyekî canê xwe feda kir. Eger ne ji evînek mezin bûya nedikarî wiha bijiya. Rizgar jî zarokek vê wargehê bû, ji bo ku zarokekî din ji axa xwe dûr nemine dixebitî. Herî dawî dema birîndar 70 rojan hewla jiyanê da. Em sersaxiyê ji malbatê, hempîşe û hemû gelê wargehê re dixwazin. Em ê şopdarên wî bin."   Piştî axaftinan sînevizyon hat pêşandan.