KCD: Divê berpirsên komkujiyê bên darizandin 2018-12-19 13:57:42   AMED - KCD’ê diyar kir ku komkujiyê li Tirkiyeyê berdewam dikin û got: “Divê berpirsên Komkujiya Mereşê û hemû komkujiyên li Tirkiyeyê pêk hatin, bên darizandin.”   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi boneya 4’emîn salvegera Komkujiya Mereşê daxuyniyêk nivîskî weşand û wiha got: “Divê berpir û plangerên vê komkujiyê bên darizandin. Îro dixwazin vê komkujiyê bibin ji bîr kirin û ji hafizeyan jê bibin. Ev komkujî tabloyek şermê ya Tirkiyeyê ye. Lê emê tu carî vê komkujiyê nedin ji bîr kirin. Bi vê zanebûnê, em carek din komkujiyên Mereş û girtîgeha Bayrampaşa şermezar û lenat dikin.”