'Bes heqîqetê bikujin' 2017-10-31 12:24:34 STENBOL - Berî rûniştina doza rojnameyên Ozgur Gundem û Cumhuriyetê rojnamegeran daxuyanî da û ev tişt got: "Bes heqîqetê bikujin, pêwîstiya mirovahiyê bi ronahiyê heye ne bi tarîtiyê." Însiyatîfa Rojnamegerên li Derve, berî rûniştina doza Midurê Karê Nivîsê yê Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya û Xwediyê Îmtiyazê Kemal Sancili û rojnameya Cumhuriyetê li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de wekîlên CHP'e Hîlmî Yarayici, Bariş Yarkadaş, Sezgîn Tanrikulu, Hevserokê Giştî ya Partiya Rizgariya Nû ya Sosyalîst (SYKP) Ahmet Kaya, Serokê Giştî yê Basin-Îşa Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Cemaweriyê (DÎSK) Faruk Eren, Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş, berxwedêrê Kolana Yukselê Velî Saçilik, berdevkê International Press Institute - Enstîtûya Çapemeniya Navneteweyî (IPI) , PEN'ê Sarah Clark, nivîskara alman Gunter Wallraf jî di nav de gelek rojnmeger tev li daxuyaniyê bûn.    Di çalakiyê de wêneyên rojnamegerên girtî hat rakirin û dirûşmên "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" hatin berzkirin û li ser navê rojnamegeran Canan Yildiz daxuyanî xwend.   Yildiz bal kişand ser rojnamegerên girtî û aşkera kir ku hevalên wan tenê rojnamegerî kirine û piştrast kir ku daraz dixwaze serî bi mirovan bide tewandin û got ku "Dê rojnamegerên li derve û hundur stûyê xwe netewînin." Serokê International IPI'yê John Yearwood jî mafê axaftinê girt û destnîşan kir ku divê rojnameger ne di hundur de, li ser karê xwe binin û rojnameger wekî egîdên demê pênase kir.   Berxwedêrê Kolana Yukselê Velî Saçilik jî da zanîn ku pêwistiya wan her dem bi rojnamegeran heye û rojnameger dengê wan in û wiha got: "Em li Enqereyê dibînin, ew ji bo xwedî li pîşeyên xwe derkevin, li ber xwe didin, em ê bi hev re bi ser kevin."   Piştî daxuyaniyan rojnameger ji bo dozê bişopînin derbasî edliyeyê bûn.