Fîncanci: Em mafdar in ji ber wê emê bi ser bikevin 2018-12-19 13:53:21 STENBOL - Parazvanên mafên mirovan, beriya danişina doza Seroka Giştî ya Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye Prof. Dr. Şebnem Kokur Fincancî ku bi sedema danezana aştiyê îmze kir û bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye' doz lê hat vekirin, li pêş edliya Stenbolê kom bûn û daxuyanî dan. Parazvanên mafên mirovan bertek nîşanî darizandinê dan û gotin: "Rapora Cizîrê ne delîl e. Serledana sûc e."   Seroka Giştî ya Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye Prof. Dr. Şebnem Kokur Fincancî, bi sedema danezana aştiyê îmze kiriye, bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye' doz lê hatibû vekirin. Danişîna doza Fincanci, li 37'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Beriya danişina doza Fincanci, parazvanên mafên mirovan li ber Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum, Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu, Seroka EMEP'ê Selma Gurkan  û gelek akademisyen amade bûn.    Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metin Bakkalci ewil axivî û diyar kir ku Rapora Cizîrê ne sedema sûc, serlêdana sûc e û wiha got: "Serdestiya hiqûqê û mafê darizandina adîl bûye amûra zext û serdestiyê. Bûye amûra perçekirinê. Li Dosya dozê rapora Cizîrê wekî sedema sûc hatiye nişandan. Lê ew ne delîla sûc e. Ew serlêdana sûc e. Em dixwazin demek berî demekê der barê Fincanci debiryara beraetê bidin. Ne tenê der barê Dosya Cizîrê de, der barê hemû dosyayên raporên binpêkirina mafên mirovan delêpirsîn bê destpêkirin."    Seroka EMEP'ê Selma Gurkan jî wiha got: "Em dizanin ji Qesre edalet dernakeve. Em dizanin ku têkoşîna me ya aştiyê jî di nava dîwarên qesrê de hilê. Hevalên me ji ber bal kişandin ser aştiyê îro tên darizandin. Mamosteya me Şebnem û hekîmên din ji ber gotin ‘Şer pirsgirêka tenduristiya Civakî ye" îro tên darizandin. Teqez dê têkoşîna aştiyê bi ser bikeve."    Fincanci, jî wiha got: "Em dizanin em mafdar in, ji ber vê yekê teqez em dê bi ser bikevin."