Temellî: Em deng bidin qîrîna li girtîgehan 2018-12-19 13:43:59   WAN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî di gera li Wanê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan silav kir û bal kişand ser rewşa Leyla Guven û got rewşa tenduristiyê ya Guven krîtîk e û divê her kes deng bide qîrîna li girtîgehan.    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temell û heyeta pê re îro derbasî navçeya Erdîşê ya Wanê bû û beşdarî civîna gel bû. Parlamenterê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu jî li gel Temellî di gerê de cihê xwe digire. Parlamenterên HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, Hevserokên HDP'a Wanê Yadîşen Karabulak û Umît Dede, Hevserokên DBP'a Wanê Ayla Tarhan û Okkeş Kawa û welatiyan Temellî pêşwazî kirin.    Temellî di civîna gel de axivî û diyar kir ku wê bi feraseta demokrasiya radîkal, neteweya demokratîk û komara demokratîk biafirînin û got: "Jixwe em vê nêrînê xwedî dikin. Me xwediyê vê nêrînê ji bîr nekirine. Ji ber vê yekê em Birêz Ocalan silav dikin. Desthilatdariya heyî, bi tinekirina gelan, bi dijminatiya li mirovan hewl dide li ser piyan bimîne. Vî welatê bedew ber bi felaketê ve dibe."   Temellî anî ziman ku desthilatdariya heyî bi rêya karên ne li rê, şer û kînê xwe li ser piyan digire, nikare xwe li fikrê aştiyê rabigire.   'REWŞA LEYLA GUVEN KRÎTÎK E'    Sezaî Temellî bi bîr xist ku Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 42 roj in di greva birçîbûnê de ye û bang li wan û Tirkiyeyê dike. Temellî got: "Erk û berpirsyariya me ye ku li her devera Tirkiyeyê em guh bidin dengê Birêz Guven. Em ji vê derê bang li raya giştî ya demokratîk dikin; werin destekê bidin têkoşîna Birêz Leyla Guven. Bêyî ku dereng bibe, vî dengî bilind bikin. Em pê bawer in ku Tirkiye wê xwe li vî dengî ker neke. Wê dawî li zilm û şîdeta desthilatdariya Tİrkiyeyê bîne. Em ji Erdîşê careke din bang dikin; 42 roj gelek e, doktor dibêjin; dema krîtîk dest pê kiriye. Parêzer bang dikin."     'WÊ DEMÊ QENDÎL BÛ Û NIHA JÎ BAKURÊ SÛRIYEYÊ YE'   Temellî bal kişand ser gotinên Erdogan ên sînyala ji bo operasyona Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: "Erdogan radibe dibêje 'çareserî mareserî nîne. Bila kes ne li benda tiştekî wiha be'. Ji xwe em ji te tiştekî hêvî nakin, nebe asteng ew besî me ye. Desthilatdariya heyî kengî biçe, wê hingî pêşî li demokrasî û çareseriyê vebe.    Berî 24'ê Hezîranê qala Qendîl û Efrînê dikir. Bi rêya çeteyên bi navê OSO Efrîn xist nava êş û zilmê. Niha jî radibe qala rojhilatê Firatê dike. Bi salane em dibêjin; ew mirov xizmên me ne, xwişk û birayên me ne. Sînor ji bo me ne derd e, derdê me ew e ku di nava van sînoran de em çawa dijîn. Em li vir çi dixwazin, li Sûriye û Iraqê jî heman tiştî dixwazin. Ji bo vê yekê em têdikoşin. Zîhniyeta şerxwaz her roj zilmê li gelan dike û zextê li aştîxwazan dike. Ji bo pêşî li vê bigirin, em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin."   Temellî piştî civîna gel a li Erdîşê derbasî navenda Wanê bû û dê li vir jî beşdarî civîna gel bibe.