Parlementerên HDP’ê: Emê di 22’yê Kanûnê de li Mereşê bin 2018-12-19 13:23:29   ENQERE - Parlementerên HDP’ê bi boneya 40’emîn salvegera Komkujiya Mereşê, daxuyanî dan û gotin: “Me Mereş ji bîr nekiriye, em ê nedin ji bîr kirin. Emê bi boneya Komkujiya Mereşê di 22’yê Kanûn de li Mereşê bin.”   Marlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya 40’emîn Komkujiya Mereşê li Meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî.  Parlementerê HDP’ê yê Antalya Kemal Bulbul, di civînê de axivî û wiha got: “Di navbera 19 û 26’ê Kanûna 1978’an de li Mereşê, komkujiyek ‘bi pergalî, û bi plan’ pêk hat. Di vê komkujiyê de 111 kes hetin kuştin û dewletê bi tu awayî berpirsiyartiya xwe bi cih ne anî. Di belgeyên di kaseya Serokwezîrê berê Bulent Ecevît de derketin holê, diyar bû ku berpirsiyartiya dewletê  ya di komkujiya Mereşê de derxist holê.   ‘EM Ê JI BÎR NEKIN Û NEDIN JI BÎRKIRIN’   Bulbul, da zanîn ku ew dixwazin di 22’yê Kanûn de bi pêşengtiya saziyên Komeleya Çanda Pîr Sultan û Federasyona Bektaşiyên Elewî çalakiyekê bîranînê li dar bixin û wiha bilêv kir: “Salên berê tim çalakiyên me hatin astengkirin û qedexe kirin. Lê çi dibe bila bibe emê ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin. Ji ber ku dixwazin vê komkujiyê bidin  ji bîr kirin.”   DÊ LI MEREŞÊ BIN    Bulbul, da zanîn ku ew ê di 22’yê Kanûnê de li Mereşê bin.   Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl jî axivî û wiha got: “Em dixwazin edalet bê cih û dîroka komkujiyê bê naskirin. Heya ku ev bi cih neyên anîn, dê xwîna  birîna Komkujiya Merejê tim bi herike. Heya ku edalet pêk were û rastî bê qebûlkirin, emê Mereşê ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin.”