Li Wêranşarê bi şika şewba çûkan 200 mirîşk kuştin 2018-12-19 13:16:08   RIHA - Li Gundê Demîrcî  yê Wêranşarê bi fikara şewba çûkan heye, 2 sed mirîşk hatin kuştin. Çiftlîka gund xistin bin karantinayê.    Li gundê Demîrcî yê Wêranşara Rihayê bi fikara ku şewba çûkan heye, 200 mirîşk kuştin. Rayedarê Midûriyeta Çandiniyê ya Bajar çûn gund û lêkolîn kir. Piştî lêkolînê 140 mirîşkên çiftlîkê û 60 mirîşkên malan bi sedema bi şewbê ye kuştin. Rayedaran piştî perçeyê mînak ji mirişkan girtin, bi  armanca lêkolîn bikin şandin Laboratuvara Midûriyeta Çandiniyê ya Bajarê Edeneyê. Rayedaran anîn ziman ku ger encamek dernekeve dê bişînin Laboratuvara Midûriyeta Çandiniyê ya Bajarê Îzmirê. Rayedaran çiftlîk ji bo 21 rojan xistin karantinayê. Ketin û derketina sewalan a gund qedexe kirin.