Girtiyên di greva birçîbûnê de her roj dikevin ber lêpirsînê 2018-12-19 12:44:50   RIHA – Hat zanîn ku hin girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê yên li dijî tecrîdê ketine greva birçîbûnê rojane wan dixin ber lêpirsîna dîsîplînê û hin girtî jî ji bilî xwesteka wan sewqî girtîgehên cuda hatin kirin.    Li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T ya Rihayê koma sêyemîn a girtiyan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger a 10 rojan kirin di roja 3’yemîn de didome. Huseyîn Kara, Lokman Ayebe, Ahmet Aygun, Hakîm Ogurlu, Hasan Kiliç, Alî Ercan û xebatkarê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin Mustafa Goktaş di koma çalakiyê de cih digirin. Hat zanîn ku her roj li dijî girtiyan bi boneya çalakiyê lêpirsîna dîsîplînê tê destpêkirin.    JINÊN KETIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ HATIN SEWQKIRIN    Hat zanîn ku li Girtîgeha Tîpa T ya Jinan a Rihayê jî 12 jin di çalakiya dorveger a greva birçîbûnê de ne. Qawîşên C -7 û C-8 kirin e yek û di qawîşên 10 kesî de 21 kes dimînin. Hat ragihandin jimartina li ser piya li girtiyan tên ferzkirin û rojê du saet tenê avê didin wan.    Girtiyên bi navê Zozan Çay, Leyla Teymur, Elif Karadag û Dîcle Nur Ozdemîr jî ji ber greva birçîbûnê bêyî daxwaza wan sewqî girtîgehên cuda hatine kirin.    ROJÊ DU SAET AVÊ DIDIN    Li Girtîgteha Jimara Tîpa T ya Rihayê jî Serdar Altaş, Fadil Şêx Alî, Zubeyîr Paksoy û Semîh Altun jî çalakiya greva birçîbûnê ya koma sêyemîn dewr girtin e. Rojê 2 saet tenê avê didin van girtiyan. Ji du rojan carek li qawîşên wan lêgerîn pêk tê û dema girtiyan derdixin revîrê pirsgirêkan dijîn.    FERZKIRINA KELEPÇEKIRINÊ    Hat ragihandin dema girtiyan derdixin revîrê kelepçeyên plastîn li wan ferz dikin û yên vê yekê qebûl nakin jî tedawiya nayê kirin.