Dayika Aştiyê ya 60 salî hat girtin 2017-10-31 12:07:45 ŞIRNEX – Dayika Aştiyê ya Silopiya Nahîde Ormanli a 60 salî piştî dadgeha bilind cezayê 4 sal û 8 meh erê kir, hat girtin û şandin girtîgehê.  Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nahîde Ormanli (60) li navçeya Silopiya Şirnexê beşdarî çalakî û şahiyan bûbû, bi îdîaya “Ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kiriye” doz lê hatibû vekirin û 4 sal û 8 meh ceza lê hat birîn. Piştî ku Ormanli du sal û nîv di girtîgehê de mabû hatibû tahliyekirin. Di rojên derbasbûy de cezayê dan Ormanli ji aliyê dadgeha bilind ve hat erêkirin. Ormanli dema dixwest biçe Herêma Federal a Kurdistanê ji ber cezayê wê hatibû erêkirin hat binçavkirin û pişt re girtin û ew şandin Girtîgehê Tîpa T a Şirnexê.    Ormanli dê salek û 3 mehên din jî di girtîgehê de bimîne.