Li Dersîmê xemla zivistanê 2018-12-19 11:52:44   DERSIM – Dersim her demsal bi xweşikiya xwezaya xwe tê nasîn. Piştî barîna berfê li Dersimê dîmenên zivistanê efsûniyekê li pey xwe dihêle.    Dersîm her demsal xwedî xweşiyekek bêhempa ye. Her demsal li vî warî bi rengek xwezaya xwe derdikeve pêş. Niha jî li Dersimê demsala barîna berfê ye û her der spî dibe. Di çend rojên dawî de li Dersimê berf bariya û her dever dîmenek spî li pey xwe hişt. Bi taybetî li çolterên herêmên Dersimê barîna berfê dijwar bû. Dersima ku bi hêşînaya xwe jî her tim di bîra mirovan de ye vê carê ji ber barîna berfê dîmenek reş û spî ahengek çêkir.    Deşta navçeya Pulurê bi berfê xemilî. Çiyayên Munzurê jî ku bi berfê boz bûn di nav mijê de dimîne.    Barîna berfê û baranê jî dibe sedema xûşe xûşe Çemê Munzurê. Welatiyên li gundan û çolteran jî dijî tevî hemû dijwariya zivistanê jî bi dîmenên xwezaya bêhempa re rû bi rû dimînin.