Li Xarpêtê 9 girtî di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne 2018-12-19 11:24:46   XARPÊT – Li Girtîgeha Xarpêtê çalakiya greva birçîbûnê ya 6 jinan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ket roja 48’an. Hat ragihandin 3 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin e.    Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bêdawî û dorveger ji aliyê koma sêyemîn ve di roja 3’yemîn de didome. 3 jinên li Girtîgeha Jimara 1’an a Ewlehiya Bilinda Xarpêtê ragihandin wan dest dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorvegir kirin e.   Metîn Serhat, Musa Candemîr û Harun Alkan bi rêya malbatên xwe ragihandin wan di 17’ê kanûnê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin e û heta encam ji çalakiya xwe bigirin dê berdewam bikin.    ÇALAKIYA 6 JINAN DI ROJA 48’EMÎN DE YE    Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan a Emîne Înan, Sevîm Ekîn, Gulîstan Seçkîn, Remziye Karadag, Kader Peker û Zeynep Turan ên li Girtîgeha Xarpêtê ji 2’ê mijarê ve ku dest pê kiribûn ket roja 48’an. Hat zanîn ku jinên di çalakiyê de zeîf dibin û rêveberiya girtîgehê pêdiviya wan bi cih nayne.    GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA BÊDAWÎ Û DORVEGER    Li Girtîgeha Jimarên 1 û 2’an a Ewlehiya Bilinda Xarpêtê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger ji aliyê koma sêyemîn ve hatibû wergirtin di roja 3’yemîn de didome. Ev çalakî heta 10 rojan didome. Koma sêyemîn ji roja 17’ê kanûnê ve wergirtibûn.