Hevseroka MSD’ê Umer: Tirkiye bêyî destûra DYA’yê nikare êrîş bike 2018-12-19 10:17:05   QAMIŞLO – Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Emîne Umer diyar kir ku heta DYA destûrê nede Tirkiye nikare li dijî Bakurê Suriyeyê operasyonê li dar bixe û koalîsyona navnetewî jî çareseriyê di diyalogê de dibîne.    Piştî Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan sînyala operasyona li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê da li herêmê jî seferberî hat îlankirin. Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratî (MSD) Emîne Umer têkildarî operasyonek muhtemel ji ajansa me re axivî.    'OPERASYON DÊ PEŞKÊ LI TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞ’Ê BIXE’    Umer bi bîr xist ku gefên Tirkiyeyê yên li dijî Bakurê Sûriyeyê ne nû ne û got: “Hema bêje her roj Erdogan me tehdît dike. Ev daxuyaniyên wî di demek ku herêm ji DAIŞ’ê hat paqijkirin dest pê kirin. Êrîşek wisa pêk were dê ji çareserkirina krîza Sûriyeyê re xizmetê neke. Çi pirsgirêk dibe bila bibe em jî diyalogê re amade ne. Çareserî bi gef û êrîşan nayê. Em niha hêj li dijî DAIŞ’ê şer dikin. Li dijî DAIŞ’ê şerê me dawî ye. Dê DAIŞ di demek nû de xelas bibe. Heke êrîşek ji Tirkiyeyê pêk were dê peşkê li têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bidin. Wê şerê bi DAIŞ’ê re dirêj bibe. Êrîşek muhtemel a li dijî herêmê dê bibe sedemên aloziyên mezin. Dê bi xwe re jî gelek pirsgirêkan bîne.”    ‘RÛSYA BI ÇAR ÇAVAN LI BENDA ÊRÎŞÊ YE’    Umer destnîşan kir kû di serî de Koalîsyona Nanvetewî jî di nav de armancek DYA’yê ya li Sûriyeyê heye û wiha domand: “Ev armanc jî şerê li dijî DAIŞ’ê ye. Piştî xelaskirina DAIŞ’ê DYA dê li dijî Îranê amadekariya şerekî bike. DYA dixwaze bi temamî bandora Îranê ya li herêmê bişkêne. Îran jî xwe di spêre Rûsya û Tirkiyeyê û li seha Sûriyeyê xwedî qabîliyet e. Bi polîtîkayên wisa hebûna xwe li ser axa Sûriyeyê nîşan dide. Ji ber vê yekê koalîsyon ji şerek bêtir dixwaze li Tirkiyeyê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê rêya diyalogê bijêre. Di vê bingehê de xebatan birêve dibe. Ew jî îro naxwazin li dijî herêma Bakurê Sûriyeyê êrîşek çêbibe. Çimkî ev rewş dê ji bo her kesî planên cuda derbixe holê. Rûsya ji bo êrîş pêk were bi çar çavan li bendê ye.”    ‘BILA DYA XWE ZELAL BIKE’    Umer da zanîn ku DYA di hin platforman de herêma Bakurê Sûriyeyê diparêz e û wiha got: “Lê li aliyê din jî dibêje ku wê Tirkiye êrîşî herêmê bike. Heke rewş wisa be Tirkiye çawa bê DYA’yê tevger dike. Divê DYA jî di vir de zelal bibe. Heke di rojên pêş me de êrîşek çêbibe tê wê maneyê ku hêzên navnetewî di nav hev de li hev kirin e. Çimkî Tirkiye bê DYA’yê nikare pê biavêje û tiştekî bike.”    'EM Ê AXA XWE BIPARÊZ IN’    Umer anî ziman ku li dijî êrîşek muhtemel amadekariyên wan hene û got: “Em ê axa xwe biparêz in. Di vê mijarê de hem di warî leşkerî û hem jî di warê siyasî de amadekariyên me hene. Di her warî de em li çareseriyê digerin. Ev çawa 7 sal e me li ber xwe da û em têkoşiyan ji îro pê ve jî em ê li dijî her cûre êrîşan axa xwe biparêzin. Bila gelê me viya baş dizanibe.”    MA / Nazim Daştan