‘Çawa HADEP'ê qezenç kir dê HDP jî qezenç bike' 2018-12-19 10:06:47 ÎZMÎR – Şêniyên bajaroka Asarlik a Menemena Îzmirê diyar kir ku di sala 1999'an de HADEP'ê çawa şaredariya Bajarokê qezenç kir, dê HDP jî di hilbijartina 31'ê ya Rêveberiya Herêmî de li vir qezenç bike.  Xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartina 31'ê Adarê ji bo diyarkirina namzetan didome. Piştî serlêdanên ji bo bernamzetan bi dawî bû, niha ji bo diyarkirina namzetan xebat tê meşandin. Hêj navê namzetan diyar nebûye, lê endam û rêveberên Pariya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên xwe yên hilbijartinê dane destpêkirin. Li bajaroka Asarlik a Menemena Îzmirê ku piranî ji kurdên koçber pêk tên jî dest bi xebatan kir. Welatiyên Bajaroka Asarlik ku di salên 1990'an de gund û warên wan hat xerakirin û şewitandin koçî vê bajarokê kirin û li vir bi cih bûn. Bajaroka Asarlik û navçeya Menemenê bi zêdebûna kurdan û siyaseta kurd tê zanîn. Piştî zagonên der barê şaredariyê de hatin guhertin û Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê hat avakirin, bajarok tev ketin statuya gund û taxan. Bajaroka Partiya Demokratîk a Gelan (HADEP) di hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 18'ê Nîsana 1999'an de bi dest xist, piştî babarok kirin tax, şaredarî ji destê HADEP'ê derket. Kurdan yekem car Şaredariya Bajaroka Asarlik a Îzmîrê qezenç kirin û li Rojavayê Tirkiye bûbûn xwedî vîna herêmî. Niha jî HDP armanc dike ku di vê hilbijartina 31'ê Adarê de dîsa dengekî zêde ji wir derxe. Rêxistina HDP'ê ya Menemenê  armanc dike ku li Navçeya Menemenê dengekî zêde bistîne û şaredariyê bi dest bixe. Rêveberên HDP'ê bawer dikin ku dê li Asarlik dîsa dengê zêde derxin û hilbijartinê li vê herêmê qezenç bikin.    YÊN DENG DANE AKP'Ê JÎ POŞMAN BÛNE    Şêniyê Asarlik Şerîf Saatçi ku 30 sal berê ji Mûşê koç kir û hat li vir bi cih bû, ji hilbijartina rêveberiyên herêmî bi hêvî ye. Saatçi, destnîşan kir ku HDP dê ji sedî sed hilbijartinê li navçeya Menemenê qezenç bike û wiha got: “Li vir her kes hev nas dike. Zextên dewletê her roj zêde dibin. Mirov ji ber fikrên xwe tên binçavkirin û bi ser malên wan de tên girtin. Niha azadiya ramanê bi sînor bûye. Dixwazin gel bêdeng bikin û bihilînin. Nina yên berê dengê xwe dane AKP’ê ji li dijî AKP'ê bi bertek  û poşman bûne. "    Saatçi, da zanîn ku çawa di serdema HADEP'ê de şaredarî bi dest xistin dê niha jî şaredariya navçeyê bi dest bixin. Saatçi, anî ziman ku ciwan ji 15 saliya xwe de ketine nava tiryakê û wiha got: "Em dixwazin wekî welatiyan bijîn. Mafê me yê azadiya raman, mafên mirovan bê parastin. Em dixwazin azad û wekhev di nava aştiyê de li vî qelatî bijîn. Me çawa di serdema HADEP'ê de qezenç kir em dê di serdema HDP’ê de jî qezenç bikin.    ‘DEM DEMA JIN VÎNA XWE NÎŞAN BIDIN E'    Şêniya Bajarokê Seval Bozkurt jî xwest ku kurd qeyûmên tayînî şaredaryên DBP'ê hatine kirin li ber çavan bigirin û li gorî wê tev li xebatên hilbijartinê bibin. Bozkurt, destnîşan kir ku herî zêde jin tên binçavkirin, rastî tundî û zextan tên û xwest herî zêde jin vîna xwe nîşan bidin û bêtir têbikoşin.   Şêniya Asarlikê Dilan Karakoç jî anî ziman ku gelê Menemenê ji şaredariya heyî ne razî ye û wiha got: "Kargeriyên ku jinan lê xebat dikirin hatin girtin. Der û dor nayê paqijkirin. Gelê Menemenê vê xizmetê qebûl nake. Gelê menemenê dê vê şaredariyê biguherînni. Em dixwazin ji bo jin û ciwanan xizmet bê kirin. Divê di nava kurd û tirkan de cûdahî neyê kirin. Di serdema HADEP'ê de şaredariyê xizmeta bajarokê dikir. Wê demê tişta ku zerarê dide sinc û nirxên civakê kêm bûn. Lê niha ji ber ku piraniya hilbijêran kurd û HDP’î ne, dest ji xizmeta tax û navçeyê berdane. Em bawer dikin ku HDP dê li navçeyê bi dengekî zêde hilbijartinê qezenç bike."