Mexdûrê 19’ê Kanûnê: Divê her kes piştevaniya grevên birçîbûnê bike 2018-12-19 09:47:07 EDENE – Yek ji mexdûrê “Operasyona vegera jiyanê” ya 19’ê Kanûnê Bekîr Sitki Keçecî got: “Divê tu kes ji çalakiyên li girtîgehan ên greva birçîbûnê re bêdeng nemîne. Her kesê dibêje ez mirov im lazime xwedî li vê xeta berxwedanê derkeve.”  Di 19’ê Kanûna 2000’î de li 20 girtîgehên Tirkiyeyê di bin navê “Operasyona jiyanê” de mudaxeleyî girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bûn kirin. Tevî ku 18 sal bi ser bûyerê re derbas bû jî bandora mudaxeleyê li ser mexdûr û şahidên wê demê didome. Hasan Çepe ê di 1995’an de ji doza Yekîtiya Komunîstên Şoreşgerên Tirkiyeyê (TÎKB) hat girtin û niha bi nexweşîna Wernicke Korsafoff dijî û Bekîr Sitkî Keçecî ji doza Eniya-Partiya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê/Yekîtiya Propaganda Çekdarî ya Marsîst Lenînînst (THKP-C/MLSPB) hatibû girtin ji şahid û mexdûrên wê demê ne.    ‘MIL Û TILIYÊ MIN ŞIKANDIN’    Çepe bi bîr xist ku ew demê li dijî girtîgehên Tipa F ketibûn çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê û got: “Heta pêvajoya mudaxeleyê rêveberiya girtîgehê me telqîn dikir. Heta sibeha 19’ê kanûnê. Serê sibê zû operasyon dest pê kir. Bi hovîtî êrîşî me dikirin. Dîwaran dişikandin û bombeyên gazê diavêtin hundir. Derdorê jî gulebaran dikirin. Bi boneya min îşareta serkeftinê kir, tiliyên min şikandin. Gefên kuştinê l imin dixwarin. Dema ewil min birin nexweşxaneyê mil û tiliyê min şikandîbûn. Bi darê zorê çend car mudaxeleyî min kirin. Ji ber vê jî ez bi nexweşîna Wernicke Korsakoff ketim.”    'DIVÊ HER KESÎ XWEDÎ LI ÇALAKIYAN DERKEVE’    Çepe çalakiya grevên birçîbûnê yên ji bi rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bîr xist û got: “Divê ku her kes xwedî li çalakiyê derkeve û piştevaniya girtiyan bike.”   'PARASTINA ME BEDENA ME TAZÎ BÛ’   Ji mexdûrên 19’ê Kanûnê Bekîr Sitkî Keçecî jî ji ber mudaxeleyê bi nexweşîna Vernicke Korsakoff dikeve. Keçecî diyar kir ku ew 21 sal di girtîgehê de dimîne û di navbera 1980’î û 1991’an de li girtîgehê rastî îşkenceyên giran tê. Keçecî behsa kêliyên mudaxeleyê kir û got: “Bi hovîtî êrîşî me dikirin. Bombeyên gazê diavêtin me. Tekane parastina me bedena me tazî û vîna me bû.” Keçecî got ew di sala 2002’an de hatiye tahliyekirin.    'PIŞTEVANÎ DEYNÊ MIROVAHIYÊ YE’    Keçecî da zanîn ku di bin spartina Tîpên F a dewletê de tê xwestin polîtîkayên IMF bixin meriyete û çawa hemû civakê di bin zextan de hiştine dixwazin girtiyan jî di bin zextan de bigirin û got: “Îro di şexsê Leyla Guven de li girtîgehan pêl bi pêl çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirin. Pêwîste tu kes li hember vê qêrînê bêdeng nemîne. Yê ku ji xwe re dibêje ez mirovim divê her kes piştevaniyê bide xeta berxwedanê. Piştevaniya bi girtiyên nexweş û çalakgerên greva birçîbûnê re deynê mirovahiyê ye. Divê demildest hemû girtiyên nexweş bên berdan.”    MA / Hamdullah Kesen