'Divê meaşê kêmtirîn herî kêm 2 hezar û 800 lîre be' 2018-12-19 09:16:37   DÎLOK – Nûnerê DÎSK'ê yê Herêma Dîlokê Alî Guducu, destnîşan kir ku kesên hezar û 603 lîre meaşê kêmtirîn distînin ji bo nemirin li ber xwe didin. Guducu, got ji bo bêhna karkeran derkeve divê meaşê kêmtirîn herî kêm bibe 2 hezar û 800 lîre.    Xebatên Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêmtirîn didomin. Heta niha komîsyonê du civîn çêkirine û wê di 20'ê Kanûnê de careke din bicive. Nûnerê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ê Herêma Dîlokê Alî Guducu, bal kişand ser mijara meaşê kêmtirîn.    Guducu, bilêv kir ku meaşê kêmtirîn bi milyonan mirovî eleqedar dike û wexta ev meaş zêde bibe mirov dikarin bi awayekî mirovane bijîn. Guducu, diyar kir ku divê meaşê kêmtirîn ê 2019'an di vê çarçoveyê de bê diyarkirin.    Guducu, bal kişand ser Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêmtirîn ku hejmara kardêr û nûnerên hikûmetê yên tifaq çêkirine tê de pirtirin û destnîşan kir ku hikûmet û sendîkayên destekê didin hikûmetê daxwaza sereke ya karkeran esas nagirin.    Guducu got: "Di du salên dawî de meaşê kêmtirîn bi tevkariya kardêr û hikûmetê tê diyarkirin. Lê belê du sal in ev meaş ji ber enflasyona zêde heliyaye. Hêza kirînê ya kedkaran ji sedî 12 kêm bûye. Li welatê me meaşê kêmtirîn derî rêziknameya meaşê kêmtirîn tê diyarkirin. Meaşekî kêmtirîn ê di biniya maliyeta jiyana asgarî de tê diyarkirin." Guducu, diyar kir ku qet nebe divê ji bo karker hinekî karibin bêhna xwe vedin, ew doza 2 hezar û 800 lîre meaş dikin.    'DI BIN SÎNORÊ BIRÇÎBÛNÊ DE DIJÎN'   Guducu, destnîşan kir ku 10 sal berê meaşê kêmtirîn teqabulî 414 dolaran dikir, lê belê niha teqabulî 302 dolaran dike û her diçe hêza kirîn-firotinê ya kedkaran kêmtir dibe. Guducu got: "Karker meaşekî 2 hezar û 800 lîreyî heq dikin. Li Ewropayê meaşê kêmtirîn li gorî malbateke 4 kesî tê hesabkirin, lê belê li Tirkiyeyê li gor kesekî tê hesabkirin."    Guducu, bilêv kir ku karker bi meaşê kêmtirîn ji bo nemirin li ber xwe didin û got: "Ne birçî ne, çimkî meaşê distînin di biniya sînorê birçîbûnê de ye. Ya girîng jî ew e tu aktîvîteyeke civakiyî ya malbateke bi meaşê kêmtirîn debara xwe dike tune ye. Nikarin ji taxa xwe derkevin. Aktîvîteya wan a civakiyî tenê ew e havînan diçin parkên li taxa xwe. Tenê difikirin ew ê çawa xwe bigihînin meha bê. Şertên jiyanê yên kesên meaşê kêmtirîn distînin rastiyeke vî welatî ye. Ger ji bo sala bê sererastkirineke baş neyê kirin, wê ji ber krîza aborî şert û emrcên sala bê xirabtir bin."