Siyasetmedar: Ji bo Ocalan rola xwe bilîze divê tecrîd rabe 2018-12-19 09:07:29 AMED - Hevserokê DBP'a Amedê Îbrahîm Çîçek, bêdengiya hikûmetê ya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê rexne kir û çalakiyên greva birçîbûnê yên di sala 2012'an de bi bîr xist. Çîçek got: "Em di destpêka pêvajoya 2012'an de ne. Ji bo îro Birêz Ocalan rola xwe bilîze, divê dawî li tecrîdê bê."  Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 42'yan de ye. Hevserokên HDP û DBP'a Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Guvenê nirxandin û bêndegiya hikûmetê jî rexne kirin.    Hevseroka HDP'a Amedê Fîlîz Bûlûttekîn, bi bîr xist ku çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê di roja 42'yan de ye û bêdengiya hikûmetê ya li hemberî vê rexne kir. Bûlûttekîn anî ziman ku ger hikûmet vê helwesta xwe dewam bike wê çalakî berbelav bibin û wê ev jî bibe sedema encamênc idî. Bûlûttekîn destnîşan kir ku divê parêzer û malbat bikaribin hevdîtinê bi Ocalan re çêbikin û got: "Tecrîd bi tu awayî nayê qebûlkirin. Pêdiviya sereke ya welat aramî ye û ji bo vê jî divê dawî li tecrîdê bê."    ‘DI HER HILBIJARTINÊ DE EM BI ŞER RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN'    Bûlûttekîn, hikûmet tevî bêdengiya xwe ya li hemberî greva birçîbûnê, bi gefên xwe yên der barê Sûriyeyê de jî dixwaze beriya hilbijartinê neçareseriyê kûrtir bike. Bûlûttekîn got: "Hikûmetê ev yek ji xwe re kiriye polîtîka û bi vî awayî xwe bi rê ve dibe. Beriya her hilbijartinê em bi şer re rû bi rû dimînin."    'HER KU ÇALAKÎ BELAV DIBIN ÊRÎŞ JÎ ZÊDE DIBIN'    Hevseroka DBP'a Amedê Naşîde Toprak jî, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê daye destpêkirin li nav civakê berbelav dibe û got: "Her ku çalakî berbelav dibin êrîş jî zêde dibin. Divê em li hemberî van êrîşan bertekeke civakiyî bidin. Divê partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl bertek nîşanî hikûmeta AKP'ê bidin. Her diçe çalakî berbelav dibin û êdî asta krîtîk derbas kiriye. Berî encamên neyînî rû bidin divê em bi awayekî civakiyî bertek nîşan bidin."    ‘HETA DAWÎ LI TECRÎDÊ BÊ'    Toprak, bang li hikûmetê kir ku divê dawî li tecrîdkirina Ocalan bê û ji bo raya giştî jî got divê bêdeng nebe. Toprak got: "Ji bo aştî bê welat û Rojhilata Navîn divê em xwedî li çalakiya Leyla Guvenê derkevin. Daxwaza Leyla Guvenê daxwaza me ye. Heta dawî li tecrîdkirina Birêz Ocalan neyê wê çalakiyên me dewam bikin."    'EM DI DESTPÊKA PÊVAJOYA 2012'AN DE NE'    Hevserokê DBP'a Amedê Îbrahîm Çîçek jî, çalakiyên greva birçîbûnê yên sala 2012'an bi bîr xist û got: "Wê demê jî li hemberî çalakiyan xwe li endîtinê datanîn. Piştî çalakî li derve jî belav bûn êdî nikaribûn xwe li endîtinê deynin. Bi xwedîderketina gel çalakî mezin bûn. Îro em di destpêka wê pêvajoyê de ne. Hikûmet, dewlet û partiyên muxalefetê li hemberî vê xwe li nedîtinê datînin."    ‘DIVÊ OCALAN ROLA XWE BILÎZE'    Çîçek, destnîşan kir ku divê raya giştî ji bo çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîdkirina Ocalan bi hestiyarî tev bigere û got: "Çalakiya Leyla Guvenê û girtiyên siyasî asta krîtîk derbas kirin.Birêz Ocalan di pêvajoya 2012'an de rola xwe ya girîng lsît. Divê îro jî Birêz Ocalan wê rola xwe bilîze. Ji bo vê jî divê dawî li tecrîdê bê."    MA / Ozgur Paksoy