'Ji ber 7 lîre bi min re tune bû min nikaribû derman bikire' 2018-12-19 09:06:40 STENBOL - Alî Işikê bi meaşê kêmtirîn debara malbata xwe dike, diyar kir ku her meh 900 lîreyê meaşê xwe dide heqê kirê û ji ber vê tim deyndar e. Işik got: "Dinya sar bûye. Zarok nexweş in. Ji bo derman bikirim çûm dermanxaneyê. Heqê dermana 7 lîre girt, lê min nikaribû bide."  Li Tirkiyeyê krîza aborî her diçe kûrtir dibe. Krîz herî zêde jî tesîrê li karker û kedkaran dike. Alî Işikê ku li Esenyûrtê li fîrmayeke taybet karê paqijiyê dike (32) bi meaşê xwe yê kêmtirîn (asgarî) hewl dide debara malbata xwe bike. Işik serê sibehê ji 8'an heta 7'ê êvarî dixebite û mehaê hezar û 604 lîreyî distîne. Işikê bi vî meaşê debara malbata xwe ya 4 kulfetî dike got: "Lê ne pêkan e mirov bi vî meaşê debara xwe bike. Işik, fatûreyên li cem qoltixê nîşan da û got: "Ev fatûreyên meha borîne. Vê mehê tenê min 550 lîre heqê fatûreyan da. Min ew dan. Heke min nedana wê ceryan û gaza xwezayî bihatana birîn. Her meh jî 900 lîreyî didim heqê kirê. Heqê kirêyan pir biha ye. Ger nedim wê xwediyê xanî min ji malê derxîne. Jixwe wexta heqê kirê û fatûreyan didim tu tişt di dest de namîne."    ‘BI DEYNAN EM DIJÎN'    Işik, anî ziman ku ji ber zarokek wî 5 salî ye û yek jê jî 6 mehî ye hevjîna wî nikare bixebite û got: "Ji ber vê ez avansê ji cihê kar dixwazim. Carinan avansê nadin. Ez jî ji hevalên xwe deyn dikim. Tiştan bi deyn ji dikanê tînim. Ger deyn nekim ez ê nikaribim tiştekî ji bo malê bikirim. Tim deydar im. Bi vî awayî debara xwe dikim."    JI BER 7 LÎRE TUNE BÛ DERMAN NEKIRÎN   Wexta Işik behsa rewşa xwe ya aborî dikir, zaroka wî ya ji oda wî alî dihat dikuxiya û got: "Dinya sar bûye. Zarok nexweş in. Li malê tije derman hene. Dewlet heqê her dermanî nade. Mecbûrî em didin. Çend roj berê ji bo dermanan çûm dermanxaneyê, heqê dermanan 7 lîre girt. Lê belê ji ber tune bû min nikaribû bikere. Paşê min kirî. Zaroka dikuxuya. Mecbûr e vî dermanî bixwe."    '2-3 BERÊ ME GOŞTÊ HEYWANAN KIRÎ'    Işik, diyar kir ku ji ber bihabûnê ew nikarin tiştekî bikirin û got: "Li gor par her tişt du qat biha bûye. Berê li marketê bi 300 lîreyî me sepeta xwe tije dikir. NIha bo heman pereyî ancax nêviyê wê tije dibe. Kîliya birincê 8 lîre, ya firingiyan 6 lîre ye. Herî dawî 2-3 berê min goştê sor kirîbû."    Işik, diyar kir ku divê îsal meaşê kêmtirîn herî kêm 2 hezar û 500 lîre be da hindik be jî ew karibin debara xwe bikin.    MA / Melike Ceyhan