OSO çû, aramî hat her du Serêkaniyan 2018-12-19 09:05:58 RIHA – Piştî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê dest pê kir, di rojên destpêkê yên şer de bi piştevaniya gel OSO'yî ji Serêkaniyê hatibûn derxistin. Bi vê re ewlehî û aramî hat Serêkaniya Serxetê û binxetê. Berî OSO'yiyên talanker bên derxistin li Serêkaniya Rihayê  sivîl kuştibûn û bi dehan kes jî birîndar kiribûn.  Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan gefan li Sûriyeya Bakur û Rojhilat dixwe. Yek ji bajarên ku gef lê tê xwarin jî Serêkaniyê ya girêdayî bajarê Qamişlo yê herêma Cizîrê ye. Li Serêkaniyê heta niha jiyan bi awayekî asayî didome. Lê belê li wî aliyê sînor, li Serêkaniya Rihayê jî rewşeke bereksê vê heye.    OSO HAT TALANKERÎ DEST PÊ KIR    Piştî di 2011'an de li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir, di sala 2012'an de OSO'ya gelek rêxistinên cîhadîst di bin banê wê de ne berê wxe dan Serêkaniyê. Piştî OSO berê xwe dan Serêkaniyê lê bicihbûn li bajêr talankerî dest pê kir. Lê belê piştî OSO'yê Serêkaniyê dewrî El Nûsrayê kir, vê carê li wî aliyê sînor Serêkaniya Rihayê tesîr ji vê yekê girt.     CÎHANÊ DÎT BÊ ÇI MAL IN   Piştî li bajêr xesp, talan û dizî dest pê kir, qederekê şûnde bi piştevaniya gelê herêmê komên girêdayî OSO'yê ji bajêr hatin derxistin. Lê belê ev kom paşê di dema oeprasyonên "Mertala Firatê" û "Çiqilê Zeytûnê" li Cerablûs, Ezaz, Bab û Efrînê hatin bicihkirin. OSO'yê Tirkiye ji wan re digot "Hêza Kûvay-î Milliye ya Sûriyeyê" herî dawî li Efrînê dest bi xespkirin, talan, tecawuz, revandin, înfazkirin, îşkencekirin û diziyê kirin. Ev yek bi dîmen û wêneyan ji aliyê raya cîhanê ve hat dîtin.    MIRIN BIRIN SERÊKANIYÊ    Wexta Serêkaniyê di bin kontrola El Nûsrayê de bû, gelek top diavêtin Serêkaniya Rihayê û ji ber van êrîşan 5 sivîl jiyana xwe ji dest dabûn.    Kesên wê çaxê jiyana xwe ji dest dan ev in:   * Mehmet Gunduz (16), di 16'ê Tîrmeha 2016'an de li mala wan a li Taxa Mehmet Akîf Ersoyê ket, bi guleya çeka makîneyî ya lis erê wî ket birîndar bû di 24'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da.    * Mahsum Ertugrul (17), di 17'ê Tîrmeha 2013'an de wexta li Parka Gençlîkê rûniştibû gule li dilê wî ket û jiyana xwe ji dest da.    * Şukr Kahraman, di 26'ê Tîrmeha 2013'an de wexta ew û 2 zarokên xwe li nav erdê xwe yê li Taxa Cumhûriyetê bûn bi guleya topê ya hat avêtin jiyana xwe ji dest da û herdu zarokên wî jî birîndar bûn.    * Ramazan Zeybel (45), di 3'yê Tebaxa 2013'an de serê sibehê wexta li Kolana Gaziyê dimeşiya gule lê ket û ji sînga xwe birîndar bû. Lê belê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    * İdris Akgul (33) jî di 28'ê Cotmeha 2013'an de wexta li mala xwe ya li Taxa Cumhûriyetê radiket hewan li mala wî ket û jiyana ji dest da.    BI ABID XELÎL DEST PÊ KIR    Wê çaxê Serokê Meclîsa Gel Abid Xelîl xwest li Serêkaniyê bi Koma El Şam û Nasrayê re hevdîtinê çêbike. Lê belê Abid Xelîl û ciwanekî li cem wî hatin kuştin û 3 endamên asayîşê jî birîndar bûn.    ÊRÎŞÎ YPG'Ê KIRIN    Piştî bûyera 19'ê Mijdara 2012'an, OSO'yên di 16'ê Tîrmeha 2013'an de navê xwe guherandin û kirin El Nûsra li Taxa Mehedeyê êrîşî YPG'ê kirin. Piştî vê êrîşî YPG û YPJ bi hev re ev hêzên talanker ji bajêr derxistin. Wê demê ev hêzên talanker dixwestin Tirkiyeyê daxilî şer bikin û ji bo vê jî Serêkaniya Rihayê bombe û gulebaran kirin. OSO'yê navê El Nûsra li xwe kirin li rojavayê bajêr li herêma Til Xelef û Esfer Neccarê tengijîn. Di van êrîlan de gelek mal û kargehên li Serêkaniya Rihayê xisar dîtin, 5 sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan sivîl jî birîndar bûn.    ARAMΠ   Piştî YPG/YPJ'ê herêm bo dest xist hem li Serêkaniyê hem jî li Serêkaniya Rihayê aramî û ewlehî rû da. Piştî vê şêniyên Serêkaniya Rihayê digotin wexta OSO'yî çûne êdî tu bûyer neqewimîne û guleyek jî ber bi wan ve nehatiye û careke din naxwazin OSO'yî li aî aliyê sînor bi cih bibin.    Her wiha;   * Noqteyeke nêzî Taxa Mûratli ya navçeyê ku berê ji aliyê DSÎ'yê ve dihat bikaranîn, tê diyarkirin ku di sala 2016'an ve ji nû ve hatiye dîzaynkirin û tehsîsî "yekîneyên taybet" hatiye kirin.    * Her wiha tê gotin dibe ku ev hêzên navborî ji gundê Şawato yê li ser sînor careke din têkevin navçeyê. Li hemberî Taxa Madenê jî gundê Elok ê Serêkaniyê heye. 12 kîlometreyan dûrî navenda Taxa Madenê ye û di navbera Serêkaniya Rihayê û Mêrdînê de ye.    * Ji bilî vê dîsa tê gotin erdên TÎGEM'ê yên di navbera Serêkaniyê û Kaniya Xezalan a Rihayê de ye dibe ku wekî noqteyên derbasbûnê bên bikaranîn. Her wiha dîsa tê derpêşkirin ku dibe taxên Ohalî, Kepezlî û Zengînova yên navçeya Kaniya Xezalan ku di navbera navçeya Serêkaniyê û Kaniya Xezalan de ne jî bi vê mebestê bên bikaranîn. Ev der berê jî ji bo OSO û veguhastina muhîmatan dihat bikaranîn. Tê texmînkirin ku wê di ser vê re berê xwe bidin Serêkaniyê û Girê Spî.    MA / Nazim Daştan