ATK: Kûrkût bi guleya li erdê ket û pengizî hatiye kuştin 2018-12-19 09:05:28   AMED – Saziya Tiba Edlî der barê mirina Kemal Kûrkût ku polîsan ew kuşt de rapor amade kir û derpêş kir ku Kûrkût bi guleya pêşî li erdê ketiye û paşê li canê wî ketiye jiyana xwe ji dest daye.      Di pîrozbahiya Newroza 2017'an a Amedê polîsê bi navê Y.Ş. xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût kuştibû. Saziya Tiba Edlî (ATK) der barê kuştina Kûrkût de raorek amade kir û rapor gihaşt ber destê Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê.    Rapora ATK'ê ya li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Amedê hat amadekirin, beyana polîsê bersûc Y.Ş. ku gotibû "min berê çeka xwe dabû erdê û berda bû" piştrast dike, lê belê beyana wî ya ku dibêje min Kûrkût nekuştiye jî diderewîne. Di raporê de hat derpêşkirin ku guleya Kûrkût pê miriye, pêşî li erdê ketiye û paşê li Kûrkût ketiye.    Di raporê de hat destnîşan kirin ku guleya li Kûrkût ketiye hinavên wî zêde texrîb kiriye û ji ber vê xwîn jê çûye. Her wiha di raporê de hat gotin ku lêkolîna balastîkî ay demnaçeyê nehatiye kirin.    Piştî rapora ATK'ê wê danişîna doza Kûrkût sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê pêk bê.