Deriyê sînor ê Xabûrê radestî Bexdayê tê kirin 2017-10-31 11:53:50 ŞIRNEX -  Li gorî peymana navbera Hewlêr û Bexdayê, hat ragihandin ku deriyê sînor ê Xabûrê jî radestî rêveberiya Bexdayê tê kirin. Piştî referandûmê, di serî de Kerkûk gelek herêmên Başûrê Kurdistanê radestî hikumeta federal a Iraqê û Heşdî Şabî hatin kirin. Li gorî peymana di rojên dawî de di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat mohrkirin, deriyên sînor tên radestkirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, deriyê sînor ê Xabûrê radestî rêveberiya Bexdayê tê kirin. Tê payin deriyê sînor îro bê radestkirin.   Tê gotin ku rêveberiya Hewlêrê balafirgeh jî radestî Bexdayê kiriye û ev yek wê di demeke kin de pêk were.