Parêzerên Ocalan cara 700’emîn serlêdan kirin 2017-10-31 11:52:18 STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya muwekîlên xwe re hevdîtin bikin cara 700’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.  Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Mehdî Oztuzun û Cengiz Yureklî bi boneya sibê bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Bi vê serlêdana rê ji 27’ê tirmeha 2011’an vir ve, ev bû 700 car serlêdna hevdîtinê dikin.    Serlêdana hevdîtina parêzeran a li gel Ocalan ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve 699 caran bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL” hatin astengkirin.