Girtiyê ku nexwest bi maşîna Ringê biçe nexweşxaneyê nayê dermankirin 2018-12-18 13:04:32   WAN - Girtiyê bi nexweşiya KOAH'ê Mehmet Yamaç ku nexwest bi maşîna Rîngê biçe nexweşxaneyê, nayê dermankirin.    Li Girtigeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Banyanê ya Qeyseriyê, girtiyê 22 salin girtî Mehmet Yamaş ê bi nexweşiyên KOAH, zona û vertigo ye, ji ber ku nexwest bi maşîna rîngê biçe nexweşxaneyê nayê dermankirin. Hat diyar kirin ku bi Yamaç nexweşiya zirav jî çêbûye û ji ber naxwaze bi rîngê biçe nexweşxaneyê nayê dermankirin. Birayê Yamaç Kemal Yamaç, anî ziman ku birayê wî ji ber nexweşiya zirav xwarinê dixwe dîsa verdişe û wiha got: "Rêveberiya girtîgehê dixwazin wî bi rîngê bibin nexweşxaneyê. Lê ji ber birayê min maşîna rîngê naxwaze, wî derman nekin. Em dixwazin wî li gorî daxwaza wî bibin nexweşxaneyê û derman bikin.    Di 28'ê kanûna 2017'an de Murat Saat, li heman girtîgehê ji ber krîza dil derbas kir û ew bi maşîna Ringê rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.