Gultan Kişanak jî li dijî tecrîdê ket grevê: Em nikarin bêdeng bimînin 2018-12-18 11:41:11   NAVENDA NÛÇEYAN – Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û piştre hat girtin, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya 10  rojan kir. Kişanak, anî ziman ku ew nikare bêdeng bimîne û got: "Ji bo dengê aştî, diyalog û hestiyariyê pêş bikeve divê berî her tiştî tecrîda Îmraliyê bi dawî bibe. Em nikarin li dijî şer, kuştin, zilmê bêdeng bimînin."    Çalakiya greva birçîbûnê ya li diji tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Tirkiye, welatên Ewropa, Herêma Federe ya Kurdistanê û girtîgehan belav dibe. Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a greva birçîbûnê û bêdawî û bêdorveger di roja 41'an de berdewam dike. Piştî Guven li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi çalakiyê kir, Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê jî di 27'ê Mijdarê de bi heman armancê li dijî tecrîdkirin û ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya 10 roj dorveger kirin. Çalakiya girtiyan bi koma 3'emîn li girtîgehan berdewam dike. Niha jî Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak bi heman armancê ji îro û şûnde dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan kir.    KIŞANAK: DIVÊ DEMEK BERÎ DEMEKÊ TECRÎD RABE   Kişanak, bi rêya parêzeran agahî da û xwest demek berî demekê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Kişanak bi rêya parêzeran wiha got: "Ji bo tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe ji îro û şûnde ez dikevim greva birçîbûnê ya 10 roj dorveger. Ez piştgiriyê didim çalakiya wekîla me Leyla Guven. Ji bo çalakî bi encam bibe û tecrîd bi dawî bibe her yek berpirsiyariyek dikeve ser milê me. Tecrîda hişk a li Îmraliyê li dijî mafên mirovan e. Li dijî hiqûqê ye. Li aliy3e din Birêz Ocalan ji bo aştiya civakê pir zelal helwesta xwe aşkere kiriye. Ji ber vê yekê ji bo aştî pêş bikeve û tecrîd bi dawî bibe, divê hemû wîcdanên demokratîk û aştiyê dixwazin bi hestiyar tev bigerin û berpirsiyariyê hilgirin ser xwe. Ji bo dengê aştî, diyalog û hestiyariyê pêş bikeve divê berî her tiştî tecrîda Îmraliyê bi dawî bibe. Em nikarin li dijî şer, kuştin, zilmê bêdeng bimînin. Ez bawer dikim ku em dê bi ser bikevin."